05:28 22 Nîsan 2018
    Selahattin demirtaş

    Demirtaş: Yên ku dê hilbijartinên serokomariyê diyar bikin, em in

    © REUTERS / Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevserokê berê yê HDPê Demirtaş di parastina xwe de got, "Yên ku hilbijartinên serokomariyê diyar bikin, em in. Miriyê min jî ji hinek kesên li jiyanê baştir siyasetê dike. Ji ber vê yekê siyaset li me hatibe qedexekirin jî em ê hilbijartinên serokomariyê diyar bikin."

    Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş îro di roja 3yan a doza xwe de derket pêşberî dadgehê û parastina xwe domand.

    Demirtaş di parastina xwe de ev tişt gotin, "Parlamenter ne personelên têkoşîna dijterorê ne. Partiyên siyasî ne amûrêzn têkoşîna dijterorê ne. Wekî parlamenterekî, yek ji peywirên min jî ew e ku divê bibim dengê sivîlên li bajarên hatine xerakirin.

    ‘EM HILBIJARTINÊN SEROKOMARIYÊ DIYAR DIKIN'

    Demirtaş got, "Ez ji bo parastin li hemberî tawanan nehatime vir. Ez ji bo teşhîrkirina tawanan hatim. Hêviya min a edaletê û darizandineke adil tune ye. Dadger bi biryarên xwe dipeyivin, gava em li biryarên we yên navberê binerin, diyar e ku hûn ê jî çawa bipeyivin."

    Selahattin Demirtaş ev tişt jî gotin, "Yên ku dê hilbijartinên serokomariyê diyar bikin, em in. Miriyê min jî ji hinek kesên li jiyanê baştir siyasetê dike. Ji ber vê yekê siyaset li me hatibe qedexekirin jî em ê hilbijartinên serokomariyê diyar bikin."

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê CHPê: Demirtaş samîmî bû, loma îro di girtîgehê de ye
    Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?
    Demirtaş: Ji bo ku xendekan têxin stûyê me, çapemeniyê axaftinên me nedan
    Demirtaş: Min ji rêveberên PKKê ferman negirt
    Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
    Etîketan:
    Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de