01:24 24 Gulan 2018
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Parlamenterê CHPê: Demirtaş samîmî bû, loma îro di girtîgehê de ye

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)
    0 10

    Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Aykut Erdogdu got, Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di warê tunekirina tundiyê de samîmî bû û ji bo vê hewldana xwe îro di girtîgehê de ye.

    Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Aykut Erdogdu beşdarî bernameya televizyona KRTê bû û derbarê girtina Selahattin Demirtaş de axivî.

    Aydogdu anî ziman ku wî hewldan û samîmiyeta Demirtaş ya ji bo tunekirina tundiyê dîtiye û hîs kiriye û got, "Dibe ku ew ji ber vê hewldana xwe ya ji dil di girtîgehê de be. Bername û fikrên me û yên Demirtaş cuda ne lê bi ya min divê Demirtaş di nav siyaseta Parlamentoya Tirkiyeyê de be."

    Rayedarê CHPê derbarê êrîşên li ser Efrînê û ASAyê de jî got, "Hikûmetê di encama polîtîkayên xwe yên şaş, nelihevkirî, berjewendîparêz, partîzan û mezhebparêz de canê ciwanên Anatoliyayê li Efrînê da. Ev jî bi komeke bi navê ASAyê re kir, ku koka ASAyê El Nûsra ye, El Qaîde ye, DAIŞ e. Çiqas bixwazin jî bila qebûl nekin lê rastiya ASAyê ev e."

    Mijar:
    Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (98)

    Bi heman mijarî:

    Namzedê HDPê yê serokomariyê Demirtaş e an?
    Demirtaş: Ji bo ku xendekan têxin stûyê me, çapemeniyê axaftinên me nedan
    Demirtaş: Min ji rêveberên PKKê ferman negirt
    Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
    Yilmaz: Ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin
    'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
    Etîketan:
    samîmî, Parlamenterê CHPê, Aykut Erdogdu, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de