07:06 18 Hezîran 2018
komir

Di hundirê 20 tir çûwalan de şûna komirê kevir derketin

© Sputnik / Alexander Kryazhev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Elkê ya Colemêrgê, di çarçoveya Alîkariya Wekfa Civakî de ji firmayekê ji bo ku li hemwelatiyan bên belavkirin komir hatibû temînkirin. Di çûwalên ku li kesên hewcedariya wan bi komirê hebûn hatin belavkirin de bi tevahî kevir derketin.

Bûyera balkêş li navçeya Elkê ya Colemêrgê qewimî. Di çarçoveya Alîkariya Wekfa Civakî de ji firmayekê ji bo ku li hemwelatiyan bên belavkirin komir hatibû temînkirin. Lê di hundirê 20 tir çûwalan de şuna komirê kevir derketin. Qeymeqamtiya Elkê bûyer piştrast kir ku berpirsyar şîrket e. Rayedarên ku gotin şûna komirê kevir ji çûwalan derketin eşkere kirin ku hem mûxtar hem jî hemwelatî ji mafê komirê bêpar man e.

Li gor daxuyaniya hemwelatiyekî: "Me çûwal vekirin lê şuna komirê kevir ji çûwalan derketin. Wezîrê Karê Navxweyî jî hatibû navçeyê û kevirên di hundirê çûwalan de bi çavên xwe dît. Wezîr talimat da walî û qeymeqam ku komira rasteqîn li hemwelatiyan bên belavkirin. Lê ji wê rojê û heta niha ti geşedan pêk nehatin. Komira nû nehat û kevirên ku wê li me bihatana belavkirin jî li meydanê ne."

Herwiha li gor lîsteyên ku ji aliyê saziya Alîkariya Wekfa Civakî ve wê bên amadekirin, li gor biryara Lijneya Wezîran ji bo malbatên hewcedar komir bihatana belavkirin.

Bi heman mijarî:

Qaymeqamê berê yê navçeya Elkê hat girtin
Li Elkê û Çewlikê 16 kes hatin desteserkirin
Serokê Baskê Ciwanan ê AKPê yê Elkê ku hatibû revandin, kuştî hat dîtin
Etîketan:
qeymeqamtî, elkê, komir, sozcu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de