02:39 28 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Demirtaş: Ji bo ku xendekan têxin stûyê me, çapemeniyê axaftinên me nedan

© AFP 2018 / Ozan Köse
Tirkiye
Lînkê kurt
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (103)
0 10

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di danîşîna roja duyemîn de xwe parast. Demirtaş diyar kir ku wê demê ew li dijî xendekan derketine ”Em li dijî xendek û barîqetan derketin lê medyayê axaftinên me nedan, medya navendî jî nedan û balkêş e medya kurdî jî nedan. Ji bo ku bûyerên xendekan têxsin stûyê HDPê medyayê axaftinên me nedan.”

Selahattin Demirtaş, di parastina xwe ya îro de dîsa li ser geşedanên di serdema "pêvajoya çareseriyê" de qewimîn û êrîşa li dijî Midûriyeta Polîsan a Çewlikê rawestiya. Demîrtaş, destnîşan kir ku endamên cemaetê ji bo pêvajoya çareseriyê xera bikin fezleke amade kirine û wiha got: "Di bûyerên 6 û 8ê Cotmehê yên Kobanê û hin bûyerên din bi hikûmetê re hevpar hatgin kirin. Piştî bûyerên 6 û 8ê Cotmehê 9ê Cotmeha 2014an de li Çewlikê li dijî Midûrê Polîsan yê Çewlikê Atalay Ulker êrîşek pek hat û di wê êriê de 2 polîs hatin kuştin.

DAVUTOGLU: DERBARÊ ME DE FIKRA KU HIKÛMET PIŞTGIRIYÊ DIDE DAIŞÊ DERKET PÊŞ. DIVÊ EM VÊ YEKÊ RAST BIKIN

Demirtaş "Di serdema ku êrîşên DAIŞê li ser Kobanê zêde dibûn de ji bo beşdarî konferansê bibim li DYA bûm. Li ser daxwaza Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu ez vegeriyam Tirkiyê. Di 1ê Cotmeha 2014an de ligel hevseroka KCDê Selma Irmak, em beşdarî civîna ku Cîgirê Serkowezîr Yalçin Akdogan jî di navde bûn. Davutoglu di wê civînê de got "Der barê me de nerîna ku hikûmeta me piştgiriyê dide DAIŞê derket pêş. Divê em vê yekê rast bikin. Em ji bo hemû alîkariya Kobanê amade ne. Diyar kir ku karwana alîkariyê ya li Qamişlo dikare di ser Tirkiyê re derbasî Kobanê bibe. Lê hefteyek derbas bû jî neket nava hewildanek wisa. Ez di 6ê Comehê de bi Davutoglu re bi telefonê axivîm. Lê gotinên xwe yên berê ji bîr kirin û got 'We dît hûn nikarin bêyî me gavan bavêjin. Li Rojhilata Navîn bêyî me tu kes nikare gavan bavêje. Eger kurd bêyî me tev bigerin ev yek dê bê serê wan' û em bê minet kirin."

‘DEMA BÛYERÊN KOBANIYÊ DE EM BI HIKÛMETÊ RE DI NAVA PEYWENDIYÊ DE BÛN'

Demirtaş, da zanîn ku di bûyerên der barê Kobanêde di her kêliyê de bi hikûmetê re di nava temasê de bûn û wiha berdewam kir: "Wezîrê Karê Hundir yê wê demê Ala got 'Hêzen ewlehiyê yên em nikarin wan kontrol bikin hene' Piştî ditin ku nikarin rê li pêş vê yekê bigirin bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Li ser vê yekê Ocalan bang kir û li ser banga Ocalan çalakiyên kolanan rawestiyan. Di 9ê Cotmehê de êrîşa li dijî midûrê polîsan Ulker pêk hat. Hikûmet bi rêya Ala xwe gîhand me û got "Çalakî ya wan e. Ev biryareke navendî ye? Pêvajo xera kirin?' û xwest em li Qendîlê piştrast bikin. Ev yek bi rêya siyasetmedarekî re em li Hewlerê ketin têkiliyê û me piştrast kir ku eleqeya Qandîlê û vê bûyerê bi hev tune ye. Li ser vê yekê Efkan Ala got "Ohh!" "Bi awayekî din bûya, em nikarîbûn ji nav derketibûna."

'WALÎ PKK SÛCDAR KIR, LÊ ELEQEYA WAN BI BÛYERÊ RE TUNE BÛ'

Demîrtaş anî ziman ku "li pişt perdê bûyer wisa pêş ket, lê Waliyê Çewlikê Yavuz Selim Koşger kuştina Cîgirê Midûrê Çewlikê Atif Şahîn û komîser Huseyin Hatipoglu û birîndarkirina Midûrê Çewilkê Atalay Ulker û polîs Ugur Atli xistin stuyê PKKê. Walî diyar kir ku 4 PKKiyên bûyer pêk anîn li ser rêya Çewlîk û Elezîzê hatin kuştin û bûyer xist situyê wan. Ev bûyer ji bo pêvajoya çareseriyê provoke bike pêk anîn. Piştî daxuyaniya Walî Koşger Serokwezîr Davutoglu jî derket daxuyanî da û got: "Tola midûrê me yê polîsan û polîsên şehît hat hilanîn 4 PKKyî di derketina Çewlikê de hatin kuştin." Serokomar Tayyip Erdogan jî ev yek şopand. Li aliyê din HDP, KCD û DBPê bi daxuyaniyeke hevpar xwestin bi her awayî bûyer bê lêkolînkirin. Li lêpirsînê de ji 8 kesên têkildarî bûyerê hatin binçakirin derket holê ku tevî Erhan Şenyuva û kesên din bi bû bûyerê tune ye. Dozger jî dîsa di encama lekolînê de diyar kir ku tu eleqeya herdu bûyeran bi hev tune ye. Dîsa derket holê ku îdîaya Walî û Serokwezîr hevnagirin."

‘JI BO KU XENDEKAN TÊXIN STÛYÊ MIN, ÇAPEMENIYÊ AXAFTINÊN ME NEDAN'

Demirtaş di berdewamiya parastina xwe de ev tişt gotin:

"Bûyerên xendek û barîkatan di dawiya 2015an de derketin. Ewil xendek di destpêka 2014an de li Cizîrê, li ser Diyarbekir-Bingolê hatin kolan. Wê demê pêvajoya çareseriyê hebû. Kesên ku ev xendek dikolan digotin ‘tu sedem tune bû, polîsan bi ser malên me de digirt, me binçav dikir' Li Licê jî gel qereqol ne dixwest, lewma gundiyan xendek kolan û bergiriya vê yekê kirin. Destpêka xendekan 2014an e, ev herdu bûyer, bûyerên destpêkê ne. Bi hewildana partiya me bêyî ku operasyon bêne kiri, bi rêya diyalogê hatin çareserkirin. Em li Cizîrê jî bi ser ketin. Zehmet bû lê bi rêya diyalogê em bi ser ketin."

‘WÊ DEMÊ MEDYAYÊ AXAFTINÊN MIN NEDAN'

Demirtaş amajê pê kir ku ew li dijî xendekan derketin lê ji bo ku bûyeran têxin stûyê wî medyayê axaftinên wî nedan û wiha pê de çû, "Em li dijî xendek û barîqetan derketin lê medyayê axaftinên me nedan, medya navendî jî nedan û balkêş e medya kurdî jî nedan. Ji bo ku bûyerên xendekan têxsin stûyê HDPê medyayê axaftinên me nedan. Ji bilî şêniyên navçeyên ku em li axivîn tu kesî dengê me ne bihîzt. Ji bo ku xendek û barîqet rabin em têkoşiyan. Ev têkoşîna me bi awayekî cuda di îdianameyê de cih girtiye."

Hêjayî bibirxistinê ye ku xweparastina Demirtaş, di roja duyemîn de li 19emîn Dadgeha Cizayê Giran a Enqereyê berdewam dike. Demirtaş bi tawanên "avakirin û rêvebirina rêxistina terorê" "propaganda yarêxistinê" û "pesndayîn sûc û sûcdar " bi daxwaza 142 sal cizayê sizadanê tê darizandin.

 

 

Mijar:
Tirkiye diçe hilbijartinên pêşwext (103)

Bi heman mijarî:

Demirtaş: Min ji rêveberên PKKê ferman negirt
Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
Yilmaz: Ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin
'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
Demirtaş: Ji bo qedexeya siyasetê were ser min, fişara cezakirinê dikin
Demirtaş: Darizandin ne li gorî destûrê ye
Etîketan:
Xweparastina Demirtaş, Xweparastin, Daraz, Dadgeh, Efkan Ala, Selahattin Demirtaş, Ahmet Davutoglu, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de