07:04 18 Hezîran 2018
Dadgeh

Êdî dayik jî dikarin paşnavê xwe li zarokên xwe bikin

© Sputnik / Maksim Bogodvid
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Dadgeha Destûra Bingehîn biryarek balkêş da ku jina ji hevserê xwe veqete û welayeta zarokên xwe bidest bixe wê bikaribe paşnavê xwe li zarokên xwe bike.

Li Amedê jina ku ji hevserê xwe veqetiya xwest ku paşnavê xwe li zarokên xwe yê ku welayeta wan stendibû bike û serî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya 5em a Amedê dabû. Dadgehê serîlêdana dayikê ya sala 2012an wek ku dibe bê pejirandin nirxand. Piştî têkoşîna bi salane Dadgeha Destûra Bingehîn biryara dadgeha heremî ya sala 2015an ku gotibû zarok nikarin paşnavê diya xwe bistînin, dijî qanûnê nirxand û biryar li dadgehê paş de vegerand.

Li gor nûçeya Sozcuyê ku li Tirkiyeyê weşanê dike da zanîn ku piştî 3 salan Dadgeha Bilind biryara xwe eşkere kir: "Jina ku ji hevserê xwe veqetiyaye û welayeta zarokên xwe stendibe li gor mafê welayetê dikare paşnavê xwe li zarokên xwe bike."

Bi heman mijarî:

Piştî 35 salan li Erebistana Siûdî holên sînemayê vedibin: Dê jin û zilam bi hev re rûnên
Svetlana Kapanina pîlota Jin a herî baş ya cîhanê ye
Ji Pûtîn peyama 8ê Adarê: Jin bi taybetmendiyên xwe yên tîpîk ji zilaman bi avantajtir in
Etîketan:
dayik, welayet, jin, zarok, Dadgeha Destûra Bingehîn, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de