07:41 27 Nîsan 2018
    Efrîn

    AA: Mecliseke demkî ya herêmî li Efrînê hat damezirandin

    © Sputnik / Mikhail Alaeddin
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê ragihand ku Mecliseke demkî ya herêmî li Efrînê hatiye damezirandin.

    Li gorî agahiyên peyamnêrên AAyê yên li Efrînê, ev meclis ji 11 kurdan, 8 ereb û tirkmenekî pêk tê anku bi giştî 20 kursiyên wê hene.

    Zuheyir Heyder ji nav nûnerên kurd bûye serokê meclisê û lijneya pêkanînê jî hatiye demezirandin ku 8 kes endamên wê ne û navê wan wiha ne: Zekeriye Muhemed, Casim el Siferî, Ehmed Hec Hesen, Ebdurehman Necar, Horu Osman û Muhemed Şêx Reşîd in.

    Heyder diyar dike ku ev meclis di bin sîwana Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê(îtîlafa) hatiye damezirandin û teqez kir ku ev melis dê bi meclisa herêmî ya li Helebê ve girêdayî ye û peyam da ku li gel yekîtiya axa welatî ne.

    Etîketan:
    Casim el Siferî, Zuheyir Heyder, Zekeriye Muhemed, Efrîn, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de