07:02 18 Hezîran 2018
Recep Tayip Erdogan

Erdogan: Ez ê bi Putin re bipeyivim

© REUTERS / Murad Sezer
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan daxuyand ku ew ê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinê bike û got, "Ez ê bi cenabê wî re bipeyivim ku em ê çawa qetlîamên kimyewî bidin rawestandin."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Enqereyê axivî û di axaftina xwe de behsa îdiayên li ser êrîşên kimyewî yên li Sûriyey kir.

Erdogan got, "Geşedanên li Sûriyeyê li tevahiya cîhanê bûye sedema kêşeya ewlehiyê. Rejîma li Sûriyeyê jixwe di çavên me de xwediyê sicîleke reşûqîr e. Em aciz in ku Sûriye veguhere qada nîşandana hêzê. Me şeva duhî bi Trump re hevdîtin pêk anî, ez ê îro jî bi Putin re bipeyivim. Ez ê bi wî re bipeyivim ku em ê karibin qetlîamên kîmyewî çawa bidin rawestandin."

Erdogan anî ziman ku heta axa Sûriyeyê ji bo hemû kesan bibe cihê ewlehiyê, em ê hebûn û xebatên xwe yên li wir bidomînin û herwisa got, "Ew berê çekên xwe nadin leşkerên welat ên hevkarên xwe. Lê dîsa jî em naxwazin leşkerên hevkarên me zêde li cem van bisekinin. Em dixwazin li Sûriyeyê her kes wekî xwe werin dîtin. Parastina rejîma ku çekên kimyewî bikar tînin, çiqas şaş e, parastina terorîstan jî ew qas şaş e."

Erdogan got, "Nêta me tune ye ku em dev ji hevkariya xwe ya Amerîkayê, ji têkiliyên xwe yên bi Rûsya û Îranê re berdin. Yên piştgiriyê didin Esedê kujer şaşiyê dikin, yên piştigiriyê didin PYDê jî şaşiyê dikin."

Bi heman mijarî:

Barzanî dilgiraniya xwe ji bo rewşa gelê kurd li Sûriyeyê ragihand
Artêşa Sûriyeyê kontrola Xûtaya Rojhilat bi dest xist
Blair 15 salan piştî ketina Iraqê behsa midaxeleya leşkerî ya Sûriyeyê dike
‘Hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyeyê balafirgeh û baregehên leşkerî vala kirin'
Dibe Rûsya fîlo û pergalên parastina hewayî li Sûriyeyê bi kar bîne
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Vladimir Putin, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de