07:06 18 Hezîran 2018
Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

Raste ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê ber bi şikestinê ve diçin?

© Sputnik / Aleksei Nikolski
Tirkiye
Lînkê kurt
Abdulhakim Günaydın
0 04

Civaknas û mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun asta têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê û rewşa dawî ya kurdên Rojava ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

Civaknas û mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun asta têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, rewşa dawî ya kurdên Rojava ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Coşkun, pirsgirêk di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de heye, lê ev nayê wateya ku têkiliyên herdu welatan hatine asta qutkirinê.

‘ASTA SÎNORÊ DIYARKIRÎ YÊ RÛSYA Û ENQEREYÊ TÊ TESTKIRIN'

Mamostayê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Prof. Dr. Vahap Coşkun têkiliyên dawî yên Rûsya û Tirkiyeyê ji Spûtnîkê re nirxand û got: "Raste ku di navbera têkiliyên Moskowa û Enqereyê de hinek pirsgirêk hene, em nikarin bêjin têkilî qut dibin an jî ber bi xirabûnê ve diçin. Di pêwendiyên herdu welatan de sînorekî diyarkirî heye û niha ev sînor tê testkirin. Rûsya û Tirkiye di meseleya Sûriyeyê de bi hev re tevdigerin, lê ev tevger nayê wateya ku di her mijarê de wek hev difikirin. Herdu welat jî yekrêziya axa Sûriyeyê diparêzin, lê wek mînak bêjim ji bo mayîn û berdewamiya Beşar Esad lihevkirinek tuneye, bîlakîs xwediyê nêrînên cuda ne."

‘RASTE PIRSGIRÊK HENE, LÊ EV NAYÊ WATEYA KU TÊKILÎ BER BI TÊKÇÛNÊ VE DIÇIN'

Prof. Dr. Vahab Coşkun di berdewamiya axaftina xwe de got: "Rûsya herî kêm heta dema derbasbûyî dixwaze Beşar Esad dewam bike, lê Tirkiye jî bi daxuyaniyên xwe dide nişandan ku li dijî berdewamiya Esad e. Nêrînên wiha yên cuda hene, lê digel vê jî pêvajoyeke Astanayê heye û ev pêvajo bi hevkariya Tirkiye, Rûsya û Îranê berdewam e. Pirsgirêkên rojên dawî ku qewimîn asta sînorê têkiliyan nîşanî me da. Piştî îdîaya bikaranîna çekên kîmyewî ya Xûtaya Rojhilat Rûsya û Îranê pişta Sûriyeyê girt û Tirkiyeyê jî bi îdîaya ku berê jî ev çekên kîmyewî hatine bikaranîn li dijî Sûriyeyê kete sefê welatên rojavayî. Ev jî li Rojhilata Navîn bû sedema gengeşiyekê, lê ev nayê wateya ku têkilî wê bi temamî qut bibin an jî têk herin. Ev herdu welat hê jî li Astanayê bi hev re hereket dikin û di navbera van de hem di mijara çekan de û hem jî di mijara enerjiyê de hevkariyeke xurt heye. Raste ji ber pirsgirêka Sûriyeyê gengeşiyek heye, lê ev nayê wateya ku pêwendî ber bi têkçûnê ve diçin."

MUDAXELEYEK WEK YA IRAQÊ DÊ BIBE SEDEMA ŞER Û BÛYERÊN MEZIN'

Hîndekarê Zanîngeha Dîcle ya Amedê Vahab Coşkun di dirêjiya axaftina xwe de ji bo pirsa ‘eger li Sûriyeyê şerek di navbera hêzên mezin de biqewime, ev şer wê bandoreke çawa li kurdên Rojava bike, divê helwesta kurdan çi be û dê piştgiriya kê bikin? got: "Helwest û rewşa kurdên Rojava hinekî jî bi çawaniya mudaxeleyê ve girêdayî ye. Eger mudaxele wek ya Iraqê mezin û berfireh be ev dê bibe sedema şer û bûyerên mezin. Lê li gor pêşbîniyên min wê mudaxeleyeke wiha mezin û berfireh neyê kirin, çimkî mudaxeleyek wiha ne li hemberî Sûriyeyê wê li dijî Rûsya û Îranê were kirin û ev dê bibe sebeba şerekî mezin û li gor texmînên min herdu alî jî tiştekî wiha naxwazin û ji vê re ne amade ne jî. Mimkine bi pêşengiya Amerîka, Brîtanya û Fransayê mudaxeleyek were kirin, lê ev mudaxele jî wê bi sînor be."

‘DI ŞERÊ MEZIN DE YPG WÊ PIŞTGIRIYA AMERÎKAYÊ BIKE'

Coşkun di dirêjiya axaftina xwe de got: "Eger kontrol were windakirin û di navbera herdu hêzan de şerekî cepheyî vebe, divê kurdên Rojava jî sefê xwe eşkere bikin û derbasî aliyekî bibin. Heta niha PYD li Rojava hem bi Rûsyayê re û hem jî bi Amerîkayê re li sehayê xebatên hevpar meşandin. Lê di rewşeke ku Amerîka û Rûsya werin beramberî hev de êdî YPG hew dikare vê pozîsyona xwe bidomîne û neçare ku aliyekî hilbijêre. Dema mirov têkiliyên niha yên heyî û bandora Amerîka ya li Rojhilatê Firatê berçav digre li gor pêşbîniyan YPG/PYD wê derbasî aliyê Amerîkayê bibe û piştgiriya wê bike."

Bi heman mijarî:

‘Rûsya û Tirkiye di aboriyê de dostanî û di siyasetê de jî di nava reqabetê de ne'
Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
Îran: Hevkariya bi Tirkiye, Rûsya û Sûriyê re dibe ku bibe mînak
Rûsya, Tirkiye û Îranê daxuyaniyeke hevpar da
Putin: Peymanên Rûsya, Tirkiye û Îranê bi kêr tên
Etîketan:
Têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, Vahab Coşkun, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de