17:24 25 Gulan 2018
Hasankeyf / Heskîf - Batman

'Xebatên hilweşandina Heskîfê xwezaya heremê dixe xetereyê'

© AFP 2018 / STR
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Li Heskîfê ku xwediyê dîroka 12 hezar salan e hilweşandinê dest pê kir. Ji ber benda ku li ber Çemê Dîjleyê hatiye avakirin, şantiyek mezin derketiye holê. Herwiha xebatên hiweşandinê jiyana xwezayî ya ajalan jî dixe xetereyê.

Beriya roja 28ê Nîsanê ya çalakiya bo Heskîfa Batmanê, hilweşandina dîroka 12 hezar salan ku wê di bin ava bendê de bimîne bi lez dimeşe. Bi teqînên li çiyayê Ramanê ji parçeyên tahtê li nêzî Çemê Dîjleyê bendek tê avakirin. Ji ber van teqînan jiyana ajalên li xwezaya heremê dijîn jî bi vî awayî dikeve xetereyê.

​Bilindahiya bendê bi qasî mînareyên Mizgefta El Rizkê dirêj bû ye. Herwiha ji ber avmijê jî xetereya hilweşandina keleha dîrokî jî heye. Li gor nûçeya MAyê ji ber avakirina bendê, Heskîf bûye qada şantiyeyê û jiyana ajalên ku li xwezaya Çemê Dîjleyê dijîn dikeve xetereyê.

ji aliyê din ve jî ji 20 welatan ji bo rawestandina xebatên hilweşandina avahiyên dîrokî yên Heskîfê wê çalakiyên hevdemî bên lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Wezîr ji bo sewkiyata petrola Kerkûkê dîrok da
‘Sûr dîroka Amedê ye û divê ev dîrok neyê xerakirin'
'Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê talan dike'
'Li Amedê çand, dîrok û xweza dê dibin avê de bimînin'
Etîketan:
bend, Dîrok, Heskîf, MA, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de