07:34 27 Nîsan 2018
    Xûtaya Rojhilat

    Tirkiye: Bi redkirina pêşnûmeya Amerîkayê derfeteke girîng têkçû

    © AFP 2018 / STR
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê Hami Aksoy, got, li NY redkirina pêşnûmeya Amerîkayê ya li ser îdiayên êrîşa kimyewî ya li Xûtaya Rojhilat, bû sedema têkbirina derfeteke girîng. Aksoy got, "Bikaranîna çekên kimyewî sûcekî li hemberî mirovahiyê ye û divê ev êrîşên kimyewî bêceaza nemîne."

    Rayedarê tirk Aksoy di civîna xwe ya rojnamegeran de derbarê mijarê de ev tişt gotin:

    "Şik û gumanên xurt hene ku êrîşa li dijî Dûmayê ya di 7ê Nîsanê de ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hatiye kirin. Bikaranîna çeken kimyewî tawan e li dijî mirovahiyê û divê ev êrîş bê ceza nemînin. Em bûn hevşîrikê pêşnûmeya Amerîkayê ya ku li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo lêpirsîna bûyerê hat dayîn. Lê ev pêşnûme hat redkirin. Em redkirina vê pêşnûmeyê ji bo tespîtkirina hebûn an jî nebûna êrîşê wekî têkçûna derfeteke girîng dibînin."

    Aksoy li ser îhtimala êrîşa Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê jî got, ew niha derbarê mijarê de bi Amerîkayê re hevdîtinan dikin. Herwisa li ser bikaranîna Baregeha Hewayî ya Încirlikê ji bo êrîşa li dijî Sûriyeyê jî got, ew ê vê mijarê di serdana Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ya ji bo Tirkiyeyê de binirxînin.

    Amerîkayê bi pêşnûmeyekê xwestibû ku bikaranîna çekên kimyewî yên li Sûriyeyê were lêkolînkirin û berpirsyar werin diyarkirin lê Rûsyayê ev pêşnûme red kiribû. Herwisa Rûsyayê jî bi pêşnûmeyekê xwestibû êrîşa çekên kimyewî ya li Sûriyeyê were lêkolînkirin lê ev pêşnûme jî bi redkirina 9 welatan nehatibû qebûlkirin. Tirkiyeyê jî pêşnûmeya Rûsyayê red kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê kontrola Xûtaya Rojhilat bi dest xist
    Blair 15 salan piştî ketina Iraqê behsa midaxeleya leşkerî ya Sûriyeyê dike
    ‘Hêzên alîgirên hikûmeta Sûriyeyê balafirgeh û baregehên leşkerî vala kirin'
    Dibe Rûsya fîlo û pergalên parastina hewayî li Sûriyeyê bi kar bîne
    Sûriyeyê bersiv da Amerîkayê: Serî li derewan didin
    Etîketan:
    Berdvekê Wezareta Karên Derve yê Tirkiyeyê, Hami Aksoy, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de