17:39 20 Nîsan 2018
    Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu

    'Telefona wezîrê tirk Soylu ji aliyê polîsên wî ve hatiye guhdarkirin'

    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdiakirin ku telefona Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ji aliyê polîsên wî ve hatiye guhdarkirin. Şûna karê 7 polîsên ku gotin, ‘me bi şaşî ev tişt kir' hat guhertin. Wezaretê her çiqas îdia derewand jî, lêkolîna derbarê polîsan de hat piştrastkirin.

    Li gorî nûçeyeke rojnameya tirk ya bi navê Cumhuriyetê telefonên destan ên Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ji aliyê polîsên wî ve bi awayekî deryasayî hatine şopandin.

    Hat parastin ku piştî bûyer derket holê li Enqere û Stenbolê ji aliye mifetîşan ve du lêkolînên cuda destpê kirin û li Enqere û Stenbolê yek jê cîgirekî Serokê Daîreya Îstixbaratê ya Miduriyeta Giştî ya Ewlehiyê, bi tevahî şûna karê 7 polîsan hat guhertin. Hat îdiakirin ku fermana guhdarkirina telefonên Soylu ji aliye kê ve hatiye dayîn, eşkere nebûye.

    Li gorî îdiayê beriya çend mehan derket holê ku telefonên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ketiye ber şopandina kompîtorên ewlehiyê. Hat diyarkirin ku ev şopandin ji aliyê peywirdarên Miduriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Miduriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ve hatiye pêkanîn û li ser vê yekê peywirdarên Wezareta Karên Navxweyî hatin peywirdarkirin û li Enqere û Stenbolê du lêkolînên cüda destpê kirin.

    Li ser vê bûyerê hat diyarkirin ku 5 li Enqere, 2 jî li Setnbolê, bi tevahî şuna kar ya 7 polîsan hatiye guhertin û lêkolîn berdewam dike.

    Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê jî derbarê bûyerê de ragihand ku ev lêkolîneke ji rêzê ye û ti bê usûlî tune ye.

    Bi heman mijarî:

    ‘Yildirim şaredariyê naxwaze, çavê Soylu, Bozdag û Albayrak li serokwezîriyê ye'
    ‘Albayrak û Soylu di telefonê de çawa şer kirine?'
    Gelo Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu diguhere?
    Demirtaş ji doza Soylu beraat kir
    Wezîrê tirk Soylu: Divê em heqê Îranê nexwin
    Baroya Stenbolê giliyê Suleyman Soylu kir
    Etîketan:
    guhdarkirina telefonan, Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê, Suleyman Soylu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de