07:00 18 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Serdozgeriyê daxwaza rakirina destnedayîna Kiliçdaroglu kir

© Foto : CHP
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber îdîaya heqareta Serokomar Erdogan daxwaza rakirina destnedayîna Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir.

Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber îdîaya heqareta Serokomar Recep Tayyip Erdogan daxwaza rakirina destnedayîna Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir. Parlamenterê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî ji ber îdîaya heqareta Serokomar Erdogan parlamenteriya wî hatibû xistin.

Li gor nûçeya rojnameya Sabahê, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber axaftina Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya 5ê Rebendanê li Beşiktaşa Stenbolê fezleyeke 11 rûpelî amade kir û ji salek û 2 mehan hetanî 4 sal û 8 mehan ceza xwest. Herwiha serdozgeriyê ji bo cezakirina Kiliçdaroglu daxwaza rakirina destnedayîna Kiliçdaroglu kir.

Parlamenterê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî ber peyva ‘padîşahê xirbende' parlamenteriya wî hatibû xistin.

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu rêjeya dengên tifaqa cûmhûr eşkere kir
Kiliçdaroglu: Welehî û bilehî we dixapînin
Kiliçdaroglu: Li cihê ku 52 leşkerên me şehîdbûne bi stranan şovê dikin
Kiliçdaroglu: Ewlehiya can û malê ti kesî nemaye
Kiliçdaroglu: Yên ku dibêjin em ê herin Efrînê zarokên xwe naşînin leşkeriyê
Etîketan:
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de