18:36 19 Nîsan 2018
    Bînalî Yildirim

    Yildirim ji bo daxuyaniya Trumpî: Dest ji şerê kolanan berdin

    © AP Photo / Eckehard Schulz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim got, "dewlet li ser Twitterê hev tehdîd dikin, gelo dinya dê li mirina bi milyonan qurbaniyan binere."

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li ser "devjeniya moşekan" di navbera Amerîka û Rûsyayê de got, "tweetan dinivîsin û bi wî awayî tehdîdan li hev dikin."

    Herwiha Yildirim ew "devjenî" şiband "şerê kolanan" û got: "Dem ne dema reqabetê ye. Dem êdî dema dermankirina birînên li herêmê ne û hatina ba hev e. Dem ew dem e ku mirov şerê 'tu xurttir î, ez xurttir im' deyne aliyekî."

    Yildirim di berdewamiya axiftina xwe de got," nexasim ew welatên xwediyên hêzên mezin, nûnerên wan ên NYyê, îro berprisyariya wan zêdetir e. Ew çi dikin? Bi tweetan hev tehdîd dikin. Bira, dinya dê li vê devjeniya we wan ku bi milyonan mirovan ji nav bibe, hema wisa temaşe bike?"

    Bi heman mijarî:

    Yildirim: Em hêvî dikin DYA hevpariya xwe bi YPGê re bi dawî bike
    Yildirim bi telefonê bi Ebadî re axivî
    Yildirim: Heke Amerîka xwe mecburî alîkariya YPGê dibîne em jî mecbur in S-400an bistînin
    Yildirim: Hisabê xelet ji Qudsê vegeriya
    Yildirim piştî pirsa Gul got: Vala diaxivin
    Etîketan:
    Binali Yildirim, Rûsya, Sûriye, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de