06:55 18 Hezîran 2018
selahattin demirtaş

Demirtaş: Min ji rêveberên PKKê ferman negirt

© Sputnik / Alexey Kudenko
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş di doza ku bi îdiaya ‘rêveberiya rêxistinê' tê darizandin de parastina xwe kir. Demirtaş anî ziman ku ew li bende bû di salvegera bûyerên 6-7ê Cotmehê de were girtin lê ji ber li derveyî welat bû, êvara 4ê Mijdarê ji mala xwe hat desteserkirin.

Doza Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku bi tawanê ‘rêveberiya rêxistinê' tê darizandin, berdewam dike. Ji bo darizandina ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a 19em a Enqereyê ve li Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Sincanê tê kirin, Demirtaş, parêzerên wî û hinek parlamenterên HDPê û Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Sezgin Tanrikulu amade bûn. Di doza ku ji ber ewlehiyê ji Amedê rakirin Enqereyê de, malbata Demirtaş jî amade bû.

Demirtaş beriya parastina xwe ya li ser îdianameya yekirina 31 fezlekeyan xwest derbarê şêwaza darizandinê de daxuyaniyekê bide û got, ew negihiştiye ewraqa ji bo wê dosyeya dozê hatiye şandin.

Demirtaş anî ziman ku ew li bende bû di salvegera bûyerên 6-7ê Cotmehê de were desteserkirin lê ji ber li derveyî welêt bû, êvara 4ê Mijdarê ji mala xw ehat girtin û got, "Heta li derveyî welêt min ji bo girtîgehê pêlavên ortopedik kirîn û ez hatim."

Demirtaş anî ziman ku piraniya dozgerên derbarê wî de fezleke amade kirine, niha ji ber doza FETOyê girtî ne û destnîşan kir ku gelek dozên ji aliyê dozgerên endam ên terorê ve hatine darizandin, bi hinceta kûmpasê hatine betalkirin.

'CIMAETÊ XWEST DARAZ, ARTÊŞ, HIKÛMETÊ Û ME BÎNE DIJBERÎ HEVDU'

Demirtaş anî ziman ku darizandina fezlekeyên 1 û 2yan li dijî darizandinê ye û diyar kir k udi pêvajoya çareseriyê de dadger, dozger û polîsên FETOyê bi awayekî xurt xebatên îstixbaratê dimeşandin û ev agahiyên dihatin girtin jî ji bo Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) dihatin pêşkeşkirin.

Demirtaş ev tişt gotin: "Wê demê cimaetê peyama wekî ‘Hewldaneke we ya li ser navê pêvajoya çareseriyê heye lê ev jî di binî re xebatên siyasî dimeşînin' dida. Bi vî awayî him hikûmet di rewşeke dijwar de dihîşt him jî dixwestin bikevin pêş siyaseteke demokratîk. Armanca wan artêş, daraz û hikûmetê binîn dijberî hevdu û bînin dijberî me. Derdê wan hîn mezin û cidî bû. Ev kumpas veguherandin fezlekeyan. Wê demê em jî hikumet jî wekî siyasete li ser pêyan man. Xwedê heye, girtin piştî sala 2009an destpê kir lê guhdarkirin berê jî hebûn. Di wan guhdarkirinan de dek û dolebeke wisa kirin ku wekî min bi rêveberên PKKê re her tim hevdîtin pêk anîbe."

‘MIN JI RÊVEBERÊN PKKÊ FERMAN NEGIRT'

Selahattin Demirtaş derbirî ku nirxandinên dozger ên li ser tomarên dengan rastiyê nişan nade û got, wekî ku tê îdiakirin min ji rêveberên PKKê ferman negirtiye. Demirtaş got, "Heta roja îro ji rêveberên PKKê ji bom in ti ferman nehatiye. Ger bihata jî min qebûl nedikir. Wekî siyasî em ne ew kesê ku dê biryarê negire, bila ti kes li qisûra me nenêre. Ma em zarok in, hinek wê fermanan ji bo me bişînin û em ê bi wê gotinê bikin?"

Demirtaş herwisa anî ziman ku wî di civînan de behsa sedem û çawaniya çekberdana PKKê kiriye û got, nirxanên Ocalan wekî yên wî hatine ragihandin.

Bi heman mijarî:

Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
Yilmaz: Ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin
'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
Demirtaş: Ji bo qedexeya siyasetê were ser min, fişara cezakirinê dikin
Xweparastina Demirtaş ya 3 rojan dibe pirtûk
Etîketan:
Hevserokê berê yê HDPê, Selahattin Demirtaş, Tirkiye, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de