07:00 18 Hezîran 2018
Sezgin Tanrikulu

Tanrikulu: Em siyaseta sivîl dimeşînin, em dê tu carî kamuflajan li xwe nekin

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Parlementerê Partiya Komariya Gel (CHP) Sezgin Tanrikulu diyar kir ku ew li dijî şer û pevçûn û terorê ne û got, "Em sivîl in, em siyaseta sivîl dimeşînin, em dê tu carî cilê xwe ji xwe nekin û li şûna wan kamuflajan li xwe nekin."

Parlementerê CHPê Sezgin Tanrikulu li parlemenê civîneke çapemeniyê li dar xist û da zanîn ku ji ber rewşa awarte (OHAL) Tirkiye bûye enqaza mafê mirovan.

‘DEMA KU HATIN LI TU BAJARÎ OHAL TUNE BÛ'

Tanrikulu di berdewamiya civînê xwe de li ser rewşa dawî û OHALê ev tişt gotin:

"Birêz Erdogan li kongreya Wanê de gotiye, ‘dema em hatine desthilatê me pirsî, welatiyan go em OHALê naxwazin û me jî rakir' ev yek ji serî heta binî şaş e. Li gorî kovara Tutanakê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Ruştu Kazim Yucelen destnîşan kiriye ku ‘19ê Pûşpera 2002an li Şirnexê û Dêrsîmê, 30 Tîrmeha 2002an jî me OHAL rakir. 3ê Mijdara 2002an hilbijartin çêbûn. AKP 18ê Mijdarê hikûmet ava kir û piştî wê 12 rojan OHAL jixweber rabû. Lewra dema hatine ser desthilatê li tu bajarî OHAL tune bû, bi tenê li Amed û Şirnexê 12 rojan dewam kir lê niha li 81 bajarî OHAL heye."

‘EM LI DIJÎ TUNDÎ, ŞER Û TERORÊ NE'

Tanrikulu da xuyakirin ku di adara 2018an de 33 kesan di bin çavan de îşkence dîtine û herî kêm du welatî li girtîgehê canê xwe ji dest dane, nêzîkî 700 zarokî bi dêyên xwe re di girtîgehê de ne, herî kêm 33 rojnameger bi cizayê girtîgehên hatin sizadan, 3 rojnameger hatine girtin, zêdetirî 200 zarokî rastî îstîsmara cinsî hatine.

Ji Tanrikulu gotina Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli bo Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, "Tiştê layîqî te ye bike, mekaban bixe nigê xwe û unîformayên YPGê li xwe bike." Jî hat pirsîn. Tanrikulu li ser vê pirsê teqez kir û got, "Em sivîl in, em siyaseta sivîl dimeşînin, em dê tu carî cilê xwe ji xwe nekin û li şûna wan kamuflajan li xwe nekin."

Bi heman mijarî:

Sezgin Tanrikulu bi gûmana krîza dil rakirin nexweşxaneyê
Tanrikulu: Ev biryarnameyên faşîzmê ne
Di derbarê Sezgin Tanrikulu ji ber gotinên wî lêpirsîn hat vekirin
Tanrikulu: AKP bûye desthilatdarîya dozer û TOMAyê
Parlamanetê CHPê Tanrikulu bangî qeyûman kir
Tanrikulu: Parastina sînorê Sûriyeyê bi mudaxaleya artêşê nabe
Parlementerê CHPê Tanrikulu, çû serdana Demirtaş
Etîketan:
Parlementerê CHPê, OHAL, CHP, Sezgin Tanrikulu, Tirkiye, Enqere
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de