02:35 28 Gulan 2018
Efrîn Rojava Kurd - Sûriye

Çavuşoglu: Efrîn radestî rejîmê nabe

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 02

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li ser gotinên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ku ji Tirkiyeyê xwestibû, Efrînê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike" axift û got, "divê em binerin bê Lavrovî çima ev gotine". Çavuşoglu got ku dê Efrînê nedin hikûmeta Sûriyeyê.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh derbarê hebûna Tirkiyeyê li Efrînê de axiftibû û gotibû, " Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyeyê."

Çavuşoglu di civîna SETAyê de axift û got, "divê mirov lê binere bê Lavrovî çima ev gotin kirine" û wiha dewam kir:

"Li Sûriyeyê li qadê û li erdê tiştên wisa balkêş hene…Du komên ku îro şerê hev dikin, roja paşê ne tenê petrol an jî sotemeniyê ji hev dikirrin lê çekan jî difiroşin hev. Gava ku rewşa aborî xerab dibe…Li gel ku dizanin dê sibe ew çek li himberî wan werin bikaranîn jî. Di rewşeke wiha tevlihev de, bi vir û wir nabe… Lê nîgeraniyên min ên ewlekariyê hene. Bi şandina van mirovan bo wan herêman, wek herêma Mertala Firatê, divê em alîkariyê bidin da ku vegerin."

Herwiha Çavuşoglu diyar kir ku "nabe Efrîn bo rejîmê were radestkirin."

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
Etîketan:
Mevlut Çavuşoglu, Sergey Lavrov, SÛriye, Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de