05:56 22 Nîsan 2018
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Polîs li dibistanê gule reşand ser mamosteyan

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li navçeya Nilufer a bajarê Bursaya Tirkiyeyê polîsek bi çekê ket dibistanê û ji ber sedemak ne diyar bi midura dibistanê Tulay Taş û cîgirê wê Sinan Delibaş re ket nîqaşê, piştre jî bi çekê gule reşand ser herduyan. Herdu mamosteyên brîndar rakirin nexweşxaneyê, polîs jî xwe teslîmî hempîşeyên xwe kir.

    Bûyer di saetên serê sibehê de li dibistana li Taxa Hasanaga ya navçeya Nilufer a bajarê Bursayê pêk hat. Polîsê ku hêj nasnameya wî ne diyar e, bi midura dibistanê Tulay Taş û cîgirê wê Sinan Delibaş re ket nîqaşê, polîsê ku ji ber nîqaşê hêrs bû çeka xwe kişand û bi ser herdu kesan de teqand.

    Di bûyerê de midura dibistanê ji nava xwe, cîgir jî ji çîpa xwe brîndar bûn. Polîsê ku xwe radestî hempîşeyên xwe kir hat desteserkirin. Hat îdiakirin ku polîs berê jî hatiye dibistanê û bi rêvebiran re ketiye nîqaşê. Derbarê polîsê gûmanbar de lêpirsîn da destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Polîs: Dozger bi kurdî ji min re çêr kir, loma min gule bera wî dan
    Li camiya ku rêvebir jî têde bûn rastî êrişê hat: Yek jê polîs 7 kuştî
    Li qereqolê di navbera polîs û girtiyan de şer: 68 kuştî
    Di girtîgehê de serhildan: 7 polîs mirin
    Etîketan:
    gule, çek, dibistan, polîs, Bûyer, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de