07:48 27 Nîsan 2018
    Selahattin Demirtaş

    Heqaret li Dermirtaş kir, cezayê çikilandina 200 şitlên daran wergirt

    © AFP 2018 / Ozan Köse
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Antalyaya Tirkiyeyê Dilek Bozkurt Ozgenç di parvekirinek xwe ya li ser medyaya civakî heqaret li Selahattin Demirtaş kir, Ozgenç bi cezayê salek û sê meh yê girtîgehê ve û çikilandina 200 şitlên daran û nêrîna wan ya 6 mehan ve hat cezakirin.

    Dilek Bozkurt Ozgenç xwediyê kovarek ku li Antalyayê weşanê dike ye di 17ê Îlona 2015an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyek parve kir û li ser wêne heqarate li Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş kir.
    Parêzerên Selahattin Demirtaş li ser parvekirina Ozgenç serî li dozgeriyê dan.

    Piştî serîlêdanê danişîna ewil li Dadgeha 16em a Cezayê ya Antalyayê hat kirin. Herwiha Ozgenç bi sûcê ku gel tahrik û teşwîkî dijminahiyê kiriye, bi cezayê salek û sê mehan yê girtîgehê ve û çikilandina 200 şitlên daran û nêrîna wan ya 6 mehan ve hat cezakirin. Ji aliyê din ve bi şertê ku Ozgenç heta 5 salan sûc neke cezayê wê yê girtîgehê wê bê hikum bimîne.

    Piştî lêbirrîna cezayê Dilek Bozkurt Ozgenç bilêv kir ku henek kiriye û li hember cezayê jî şaş ma ye.

    Bi heman mijarî:

    Selahattin Demirtaş ji girtîgehê peyamek şand
    Yilmaz: Ji bo serdana Demirtaş gellek pêşniyaz li min hatin kirin
    Demirtaş: Ji bo qedexeya siyasetê were ser min, fişara cezakirinê dikin
    Etîketan:
    cezayê girtîgehê, girtîgeh, kovar, Dilek Bozkurt Ozgenç, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de