17:34 20 Nîsan 2018
    Benzîn

    Li Stenbolê bûhayê mazotê dibe 5.44 lîrayê Tirkî

    © Sputnik / Alexey Malgavko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyeyê mazotê dîsa zem xwar. Li gor daxuyaniya Sendîqaya Kardêr a Berhemên Petrolê (PUIS) li Tirkiyeyê mazot 17 kurîşan zêde bû.

    Benzîn
    © Sputnik / Alexey Malgavko
    Sendîqaya Kardêr a Berhemên Petrolê (PUIS) di daxuyaniya xwe de got: "Sibê pênçşemê pêve di grûba benzînê de tu guherandin tuneye, lê bûhayê mazotê 17 kurîşan zêde dibe."

    Li gor daxuyaniya sendîqayê piştî zêdebûnê bûhayê mazotê li Stenbolê ji 5.24 wê bibe 5.44, li Enqereyê ji 5.33an wê bibe 5.47 û li Îzmîrê jî ji 5.34an wê bibe 5.51 lîrayê Tirkî.

    Herî dawî di 26ê Adarê de ji bûhayê mazotê re 12 kurîş zem hatibû. Bi zema dawî lîtreya benzînê li bajarên rojhilat ji 6an û li Stenbolê jî gihîştibû 5.93 lîrayê Tirkî.

    Bi heman mijarî:

    Benzîn û mazot buha bûn
    Ji Zafer Çaglayan re wesaîta parastinê û her meh 200 lître benzîn
    Hollanda dê bikaranîna wesayetên bi benzîn qedexe bike
    Etîketan:
    Dîsa mazot bûha bû, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de