14:52 19 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Kiliçdaroglu: Li cihê ku 52 leşkerên me şehîdbûne bi stranan şovê dikin

    © REUTERS /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bertek nîşanî hûnermendên ku çûbûn sînorê Efrînê da û ragihand ku li cihê 52 leşkerên me şehîdbûne bi stranan şovê dikin.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi piştî axaftina Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku got ‘ Min bihîstiye Kiliçdaroglu wê here Hatayê, eger postal û parke lazim be em jê re bişînin' bi Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu re axivî.

    Li gor Selvi, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de bertek nîşanî hûnermendên ku çûbûn sînorê Efrînê da û ragihand ku li cihê 52 leşkerên me şehîdbûne bi stranan şovê dikin. Bi pêşengiya Serokomar Erdogan ez çûna bi dahol, zirne û klarnetan a sînorê Hatayê rast nabînim.

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de dibêje: "Dema şagirtbûm jî min postal û parke li xwe dikir, xebera wî jê tuneye. Bi rastî jî min dema ez şagirt bûm lixwe kir. Welatperweriya me ne welatperweriya psotal û parke ye. Pêşî divê mirov bi rihê xwe bibe welatperwer. Bi reklamê welatperwerî nabe."

    Bi heman mijarî:

    Kiliçdaroglu: Welehî û bilehî we dixapînin
    Kiliçdaroglu rêjeya dengên tifaqa cûmhûr eşkere kir
    Ji Kiliçdaroglu bo namzediya Abdullah Gul: Di dema serokomariyê de kesekî bêteref bû
    Kiliçdaroglu: Ewlehiya can û malê ti kesî nemaye
    Kiliçdaroglu: Yên ku dibêjin em ê herin Efrînê zarokên xwe naşînin leşkeriyê
    Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Rojbaş Recep beg rojbaş
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Hatay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de