21:18 24 Nîsan 2018
    Edliyeya Çaglayanê / Avahiya Dadwerîya Stenbolê

    4 xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hatin girtin

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    3 edîtor û xebatkerekî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya ku demek berê bo wê qeyûm hatibû wezîfedarkirin bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê' hatin girtin. 3 xebatkar jî bi şertê kontrola edlî hatin serbestberdan.

    Li ser fermana 7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi riya TMSFê demek berê qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê kiribûn. Di çarçoveya lêpirsîna li ser rojnameyê de edîtor û xebatkarên rojnameyê jî di nav de 7 kes hatibûne desteserkirin. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê 7 kes sewqî Dadgeha Çaglayana Stenbolê kirin. Dozger beyî ku îfadeyên kesên desteserkirî bigire Mehmet Ali Çelebi, Reyhan Hacioglu, Hicran Urun, Pinar Tarlak û Ramazan Sola bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê kir.

    Herwiha xebatkarên rojnameyê Nedim Demirkiran û xebatkarê berê Mehmet Beyazit jî bi daxwaza şertê kontrola edlî bê berdan sewq kir. Dadger piştî stendina îfadeyên wan Çelebi, Hacioglu, Urun û Tarlak bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê' girt. Demirkiran, Sola û Beyazit jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye ji bo biryara Amerîkayê ya Rosoboronexportê: Mijar hatiye girtin
    Li ser çapxaneya Gun operasyon: 20 xebatkar hatin girtin
    Gardiyanekî ku ji Sarraf bertîl stendibû hat girtin
    Ji ber topbarana Tirkiyeyê dêriyên Sêmêlka û Pêşxabûrê hat girtin
    9 xwendekarên ji bo Efrînê hatin desteserkirin, hatin girtin
    Li 3 bajarên Kurdistana Îranê dikan û kargeh hatin girtin
    Etîketan:
    Girtin, Dadgeh, Dad, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Mehmet Alî Çelebi, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de