15:41 22 Nîsan 2018
    Koçberên Efrînê - 19 Adar 2018

    Erdoganî bersiva Lavrovî da: Em dizanin, em ê Efrînê bidin kê

    © AFP 2018 / GEORGE OURFALIAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 15

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî derbarê daxuyaniya Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî ku gotibû "divê Tirkiye Efrînê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike" de axift û got ku "gava dema wê were, em ê Efrînê radestî efrîniyan bikin. Dema radestkirinê ne Lavron lê em diyar dikin."

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh derbarê hebûna Tirkiyeyê li Efrînê de axiftibû û gotibû, " Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyeyê."

    Erdogan di civîna koma partiya xwe ya Parlamanetoya Tirkiyeyê de bersiva pirsyaran da û ew gotinên Lavrovî nirxandin.

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tyayip Erdoganî got, "ev nêzîkatî gelekî şaş e. Em baş dizanin bê em ê Efrînê niha bidin kê. Bila niha behsa wan deverên Sûriyeyê were kirin ku di bin kontrola welatên din de ne. Gotina 'ew dever dan rejîmê' me qanî nake. Gava dema wê were, em ê bixwe Efrînê radestî efrîniyan bikin. Lê ev dem a me ye; em ê wê demê diyar bikin, ne birêz Lavrov."

    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli derbarê Efrînê de axiftibû û gotibû, "heta hemû tehdîd xelas nebin, em dê li Efrînê bin." Herwiha Canikli gotibû ku "gava tehdîda terorê li tevahiya herêmê rabe, em ê radestî hikûmeta navendî ya hatiye hilbijartî bikin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    'Kurdan xeletî kir ku artêşa Sûriyeyê neket Efrînê'
    Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
    CNN: Ne dikarin vegerin Efrînê, ne jî dikarin derbasî Helebê bibin
    ‘Malbatên ereb ên ji Xûtayê hatine tehlîyekirin li Efrînê hatin bicihkirin’
    Li Efrînê wesaîda leşkerên tirk li mayînê qelibî, personelek mir 3 leşker jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Sergey Lavrov, Recep Tayyip Erdogan, Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de