05:01 21 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan: Heqaretên li hemberî şexsê min dîsa zêde bûn

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya grûba parlamentoyê de ragihand ku heqaretê li hemberî şexsê min di van demên dawî de dîsa zêde bûn.

    Serokomar Erdogan di axaftina xwe de got: "Ji bo piştgiriya leşkeran li Hatayê me serdana qereqolekê kir. Herhalde vê serdanê hinek aciz kiriye ku êrişî hûnermendê me kirin. Hem min û hem jî hûnermendên me bersiva pêwist da. Çawa çêdibe hûnermendekî vî welatî heqaretê li hûnermendê ku diçe piştgiriya leşkeran dike. Heqaretên li hemberî min jî di van demên dawî de dîsa zêde bûn."

    Erdogan di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Min bihîst ku wê here Hatayê. Rojbaş. Xêre çi bû? Naxwe tiştekî ku tu bike heye. Eger bota te tunebe em botekê bo te bişînin. Parkayê te tune be em wî jî bişînin. Li vî welatî em bi leşkerên xwe re çêbûn û bi wan re dimeşin."

    Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe de behsa temelavêtina Akkuyuyê kir û got: "Me bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin re temele santrala Akkuyuyê avêt. Buhayê vê santrale nêzîkî 22 milyar dolar e. Dema hemû reaktorên santrale têkevin dewrê bitena serê xwe wê ji sedî 10ê elektrîka Tirkiyeyê dabîn bike. Înşaellah wê projeya duyemîn û sêyemîn çêbibe. Niha ciwanên me li Rûsyayê perwerdeyê dibînin."

    ‘TÊKILIYÊN ME YÊN KUR BI RÛSYAYÊ RE HENE'

    Erdogan di dirêjiya axaftina xwe de got: "Bi Rûsyayê re ji enerjî turîzm û heta parastinê gelek têkiliyên me yên kur hene. Di serdana Pûtîn de me meseleyên herêmî jî nirxandin. Hecma bazirganiya me bi Rûsyayê re gihîşte 22 milyar dolarî. Bi Rûsyayê re hê gelek firsendê ku em bikar bînin hene."

    Bi heman mijarî:

    ‘Divê Erdogan siyaseta dijatiya Sûriyeyê berde û banga êrîşnekirinê li Amerîkayê bike’
    Pûtîn û Erdogan derbarê Sûriyeyê de axivîn
    Erdogan Mûxtaran dişîne Spanyayê, qefîleya ewil sibê diçe
    ‘Ji 5 dengdêrên MHPê yek dengên xwe nadin Erdogan, tifaq ji %50 derbas nake'
    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de