17:08 25 Nîsan 2018
    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli

    Tirkiye: Em ê Efrînê radestî hikûmeta navendî ya hilbijartî bikin

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 02

    Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli derbarê Efrînê de axift û got, "heta hemû tehdîd xelas nebin, em dê li Efrînê bin."

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh derbarê hebûna Tirkiyeyê li Efrînê de axiftibû û gotibû, " Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî ti carî negotiye ku hêzên tirk dê li Efrînê bimînin û piştî bidawîbûna operasyonê, divê Tirkiye kontrola herêmê bide hikûmeta Sûriyeyê."

    Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Wezîrê tirk derbarê van gotinên Lavrovî de axift û got ku "heta hemû tehdîd bi dawî bibin, dê li Efrînê bimînin."

    Canikli di berdewamiya axiftina xwe de got ku " gava tehdîda terorê li tevahiya herêmê rabe, em ê radestî hikûmeta navendî ya hatiye hilbijartî bikin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
    YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Etîketan:
    Nurettin Canikli, Sergey Lavrov, Efrîn, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de