19:17 25 Nîsan 2018
    şaredarî - Şaredariya bajarê mezin a Amedê

    Li Amedê gellek kes ji karên xwe hatin dûrxistin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li Şaredariya Baglara Amedê gellek karkerên ku ji karê xwe hatin dûrxistin, li pêş avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Karkerên ku ji kar hatine dûrxistin sedema karavêtina xwe hê jî nizanin.

    Ji Şaredariya Baglara Amedê 255 karkerên wezîfedarên ewlehiyê yên girêdayî şîrketê bi hinceta ku ji lêpirsîna ewlehiyê derbas nebûn ji kar hatibûn dûrxistin. Herwiha bi tenê ne ji Şaredariya Baglarê, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî 242, ji DISKIyê 76, ji Şaredariya Yenisehirê 46, ji Şaredariya Sûrê 42, ji ya Erganiyê 56, ji ya Kulpê 6, ji ya Xanê 5 û ji ya Hezroyê jî 5, bi tevahî 722 karkerên şaredariyên Amedê ji karên xwe hatibûn avêtin.

    Herwiha karkeran ji bo li karên xwe vegerin li pêş avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê li darxistin. Li Şaredariya Baglarê hêj Qyûm nehatiye tayinkirin lê hemû destûrên şaredar bi dest qeymeqam de hatiye berdan.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê 722 karker ji kar hatin derxistin
    Li Şirnexê di kana komirê de hezaz çêbû: 6 karker can dan
    Li Şirnexê 3 karker hatin kuştin
    Qeyûm 84 karker ji kar derxistin
    Etîketan:
    Amed, kar, Şaredarî, Karker, BBC, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de