05:52 22 Nîsan 2018
    Dadgeh

    ‘Li Tirkiyeyê herî kêm 70 hezar xwendekar di girtîgehê de ne'

    © Sputnik / Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Tirkiyeyê herî kêm 70 hezar xwendekar di girtîgehê de ne. Bi yên ku tên darizandin hejmar derdikeve 100 hezar kesî. Yên ku ji girtîgehê derdikevin nikarin li perwerdehiyê vegerin û jiyana wan ya xwendekariyê bi dawî dibe.

    Li Tirkiyeyê di girtîgehan de herî kêm 70 hezar xwendekar hene. Bi xwendekarên ku bêgirtin tên darizandin hejmar derdikeve 100 hezar kesî. Piştî ku tên serbestberdan jî êdî vegera li xwendinê ne pêkan e. Herî dawî 10 xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê ji ber nîqaşa Efrînê hatin desteserkirin û şandin girtîgehê.

    li gor nûçeya Cumhuriyetê xwendekarên ku tên girtin ewil bi dibistanê re pêwendiyên wan tên birrîn, piştî ku cezayê digrin ji dibistanê tên avêtin. Herwiha kesên tên desteserkirin piranî bi cezayê girtîgehê tên cezakirin û cezayê wan jî herî kêm ji 5 salan destpê dike. Yên ku ji girtîgehê derdikevin jî nikarin li perwerdehiyê vegerin û jiyana wan ya xwendekariyê bi dawî dibe.

    Bi heman mijarî:

    3 xwendekar bi îdiaya propagandaya PKKê hatin desteserkirin
    Li Zanîngeha Stenbolê 23 xwendekar hatin desteserkirin
    Li Edenê felaketa mezin: 11 jê xwendekar 12 kesan jiyana xwe ji dest da
    Parlamenterê HDPê: Li ber çavên me bi dehan xwendekar hatin şewitandin
    Etîketan:
    Xwendekar, Desteserkirin, dibistan, zanîngeh, binçavkirin, Cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de