15:27 21 Gulan 2018
    Dêr

    Senatorên DYAyê ji bo keşe Brunson tên Tirkiyeyê

    © Sputnik / Sergey Pyatakov
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Senatorên amerîkî ji bo danîşîna ewil ya keşeyê ku li Tirkiyeyê girtî ye Andrew Craig Brunson wê bên Tirkiyeyê. Keşe Andrew Craig Brunson bi hinceta ku li ser navê PKK û FETOyê sûc kirine wê bê darizandin.

    Li gor nûçeya Haberturkê ya ku li Tikiyeyê weşanê dike, Andrew Craig Brunsonê ku bi hinceta li ser navê PKK û FETOyê sûc kirine wê bê darizandin li bajarê Îzmîrê di girtîgehê de ye. Sentorên amerîkî ji bo danişîna keşe di cih de bişopînin serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan. Di nav senatorên ku wê danişîna keşe bişopînin de hevalê wî yê dibistanê jî heye.

    Beriya niha serokê DYAyê Donald Trump jî ji serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan xwestibû ku Andrew Craig Brunson serbest bê berdan. Herwiha 37 senator û 78 endamên kongreye jî ji bo serbestberdana keşe ji Erdogan re name şandibûn.

    Bi heman mijarî:

    Keşeyê ku Trump ew ji Tirkiyeyê xwest bi hevkariya PKKê hat sûcdarkirin
    Tirkiye: Keşeyê ku Trump radestkirina wî xwestibû dîsa hat girtin
    Etîketan:
    Keşe, Senator, papaz, Haberturk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de