10:00 20 Nîsan 2018
    Recep Tayîp Erdogan

    ‘Divê Erdogan siyaseta dijatiya Sûriyeyê berde û banga êrîşnekirinê li Amerîkayê bike’

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Vatanê ya Tirkiyeyê Dogu Perînçek, li ser piştgiriya dijayetiya hikûmeta Sûriyeyê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de, bang li Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir ku dev ji siyaseta dijayetiya Sûriyeyê berde.

    Perînçek di Ulusal Kanalê de axivî û got, "Heger em dixwazin rê li ber şer bigirin, divê em li dijî Amerîkayê bi welatên herêmê re yekhelwest bin. Em hikûmetê û Tayyip Erdogan di vê mijarê de vedixwînin cidîbûnê. Ev helwest li herêmê li dijî Erdogan bêbawerîbûnê derdixin holê."

    Perînçek wiha pê de çû: "Ji vir bang li AKPê û Tayyip Erdogan dikim, bi siyaseta inyadê, nejidil, kompleksên şexsî û guhertok mafê ti kesî nîne Tirkiyeyê bavêje nav xeteriyan. Ji bo wê jî divê Tirkiye demildest banga hêminiyê li Amerîkayê bike û bixwaze ku dev ji helwestên êrîşkar berde. Divê bilez dawiyê li kampanyaya dijî Sûriyeyê werînin."

    Bi heman mijarî:

    'HDPê dixwest medyaya herî mezin a Tirkiyê bikire, lê…'
    Tirkiye: Pêwîst e demildest li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bêne kirin
    Rûsya: Di lêkolînên li Dûmayê de şopa madeya kîmyewî nehat dîtin
    Bo parlementera HDPê Ozkan 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê
    Di doza ‘Akademisyenên Aştîxwaz' de biryarek din hat dayîn: Salek û 3 meh cezeyê girtîgehê
    Pûtîn û Merkel li ser mijara Sûriye û Ûkraynayê axivîn
    Etîketan:
    Amerîka, Tirkiye, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de