05:03 21 Nîsan 2018
    Bekir Bozdag

    Tirkiye: Pêwîst e demildest li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bêne kirin

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag piştî civîna lijneya wezîran daxuyanî da.

    Civîna ku li Koşka Çankayayê bi serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ve birêve çû 4 saet û 10 xulekan dewam kir. Piştî civînê Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag daxuyanî da û pirsên rojnamegeran bersivandin.

    Ji axaftina Bozdagî çend xalên sereke wiha ne:

    • Em giş li ber rûdanên ku li Sûriyeyê diqewimin dikevin. Ne tenê bûyer û rûdanên vê dawiyê, hemû tiştên ku heta îro qewimin encamên xerab derxistin holê. Însanê ku bi çekên kîmyewî têne kuştin jî însan in û yên ku bi çekên din têne kuştin jî. Dema ku sivîl bi çekên din jî bêne kuştin divê heman bertek werin dayîn. Li gorî şêwaza kuştina wan nîşandan helwestê ne rast e. Ji kuştine bi hezaran însanan elbet rêveberiya Sûriyeyê berpirsyar e lê aliyên ku hêza wan heye û bergiriya van komkujiyan neke ew jî berpirsyar e. Berê jî çekên kîmyewî hatibûne bikaranîn, hat lêpirsîn lê tu encamê derneket û tu gav nehatin avêtin. Di vê mijarê de ji gotinên bêhtir tişt divê.

    'LI HOLÊ FOTOGRAF HENE, DÎMEN HENE'

    • Tirkiye li hember êrişên dawiyê yên li Sûriyeyê bi awayekî zelal helwest nîşan daye. Serokomarê me (Recep Tayyip Erdogan) bi Serokê Dewleta Rûsyayê Brêz Pûtîn re hevdîtin pêk anîye. Tirkiye ev demeke dirêj e bi rêya Rûsyayê li ser mijarên ku diqewimin xebatan dimeşîne. Ji Amerîka û Rûsyayê daxuyanî tên. Ev daxuyanî hevdû piştrast nakin. Û ji aliyê din ve jî li holê fotograf û dîmen hene. Dema em li van dinerin qenaete pisporan çê dibe ku ev ne bi çekên normal pêk nehatine. Ev îdiayên giring in ku divê bi îdiayên aliyan re sînorda nemîne. Divê saziyên navdewletî li mijarê lêkolin û raya giştî agahdar bikin.

    'XUYA DIKE KU ÇEKÊN KIMYEWÎ HATINE BIKARANÎN'

    • Li gorî agahiyên berdest bi awayek eşkere xuya dike ku li Dûmayê çekên kîmyewî hatine bikaranîn lê pêwist e pispor jî li ser vê mijarê lêbikolin.
    • (Li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Rûsyayê Lavrov) daxuyaniyên Rûsya û Amerîkayê hev tekzîb dikin lewra em dûbare dikin ku, bi baweriya me divê demildest bûyer were vekolîn. Ger misilman dimirin, ger kesên masûm dimirin û ger hiqûqa navdewletî tê binpêkirin divê xwedî li hiqûqa navdewletî were derketin.
    • Hebûna Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî nîn e. Tirkiye ji yêkrêziya xaka Sûriyeyê re rêzdar e. Bereksî wê ji bo ku wê xakê rêxistinên terorê biparêze li wir e. TSK li Efrînê mayînde nîn e. Çavê me di xaka Sûriyeyê de tune ye. Piştî çareseriya siyasî pêk hat ev dê dê li gorî çareseriya siyasî dirûv bistînin.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Di lêkolînên li Dûmayê de şopa madeya kîmyewî nehat dîtin
    Ji Dûmayê 1000 heb çekdarên Feylak el Rehman tehliye bûn
    Pûtîn, peymana derbarê berfirehkirina baregeha Tartûsê de pêşkêşî Dûmayê kir
    Dûmayê di çapemeniyê de jinûvesakirina ajanên biyanî pesendkir
    Dûmayê Herka tirk pesend kir
    Etîketan:
    îhtimala bikaranîne çekên kîmyewî, Daxuyanî, Bekir Bozdag, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de