08:20 23 Nîsan 2018
    Dadgeh

    Bo parlementera HDPê Ozkan 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê

    © Sputnik / Maksim Bogodvid
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Ji bo parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Burcu Çelik Ozkan 7 sal û 3 meh cizayê girtîgehê hat dayîn.

    Parlementer Ozkan ji bo darizandinê ji Girtîgeha Kandira tevî cendiremeyan birine Erziromê. Di dema darizandinê de parlementerên HDPê Filiz Kerestecioglu û Erol Dora û nas û xizmên Burcu Ozkan beşdar bûn. Ozkanê tawanên li ser xwe red kirin û got, "Ez masûm in. Ez dixwazim bawer bikim ku dê heqê min were teslîmkirin. Baweriya min bi tecellaya edaletê heye. Hêvîdar im biryareke adil were dayîn."

    Ji bo parlementera HDPê ya Mûşê Burcu Çelik Ozkan 7 sal û 3 meh cizayê girtîgehê hatibû dayîn. Li ser îtîraze ev biryar li Dadgeha Edlî ya Herêmî li Erziromê hat dîtin. Dadgehê ji sê sûcdariyên cuda 7 sal û 3 meh û 10 roj cizayê girtîgêh da. Tevî biryarê dadgehê biryar da ku halê girtî yê Ozkanê berdewam bike.

    Parlementera HDP Ozkan di 19ê Nîsana 2017an hatibû girtin û li Dadgeha Giran a Mûşê doz lê hatibû vekirin.

    Bi heman mijarî:

    Civîna HDPê bi YNKê re qediya
    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Li Stenbolê operasyon: 25 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    Digel îtîrazên HDPê qanûna nû li parlamentoyê hat qebûlkirin
    Etîketan:
    Girtin, Burcu Çelik Ozkan, Tirkiye, Mûş, Erzirom
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de