19:02 25 Nîsan 2018
    Partiyên kurdî piştgirî dane karkerên ku ji kar hatine derxisitn

    Partiyên kurdî bi daxuyaniyekê piştgirî dane karkerên ku ji kar hatin derxistin

    © Foto : Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro, roja duşemê PAK, PSK, PDK-Bakur, ÖSP û Hereketa Azadî ji bo piştgîriya karkerên şaredariyan ku ji karê xwe hatibûn dûrxistin daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku Ev tiştê hatiye kirin nîşan dide hukûmeta AKPê û şirîkê wê MHP kesên ne ji xwe, wek sûcdareke muhtemel û dijmin dibîne.

    Bi hilkefta nîşandana piştgiriyê bo karkerên ji kar hatine derxistin Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalista Kurdistan (PSK), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Azadî, Sosyalîzmê (OSP) û Hereketa Azadî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hate xwendin. Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Serokê Şaxa Amedê ya PSKê Vedat Dede ve; Tirkiya wê jî ji aliyê Serokê Şaxa Amedê ya PAKê Sait Aydoğmuş ve hate pêşkêşkirin. Di daxuyanîye de wisa date gotin:

    "Ji Çapemenî û Raya Giştî re,

    Heftiya borî li Tirkiyeyê û li Kurdistana Bakur, di çarçoweya Rewşa Awarte de bi Qerarnameya di hukmê qanûna bi jimara 696an de, di bin navê "Sererastkirina karê Taşeroniyê" de, bi hezaran karker ji kar hatin derxistin.

    ‘PIRANIYA VAN KARKERÊN JI KAR HATINE DERXISTIN NE JI BER KU SÛCEKE WAN A ŞEXSÎ HEYE, JI BER KU EW Û HIN KES MERIVÊN HEV IN JI KAR HATINE DERXISTIN'

    Di vê biryarê de li şûna ku ji bo her kesî sebebên sûcan bi yeko yeko werin nîşandan, bi Qerarnameya di Hukmê Qanûnê de, bi îdiaya "Lêkolîna Arşîvê û Ewlekariyê" sûceke tevayî û nediyar, hatiye nîşandan. Bi taybetî jî li Kurdistanê, piraniya van karkerên ji kar hatine derxistin ne ji ber ku sûceke wan a şexsî heye, ji ber ku ew û hin kes merivên hev in ji kar hatine derxistin. Têkiliya wan bi sicîla siyasî ya merivên wan ve hatiye danîn û ev yek wek sûc hatiye qebûlkirin û di encamê da gelek kes ji kar hatine derxistin.

    Di vê çerçoweyê de, li Amedê ji Şaredariya Bajarê Mezin, ji Şaredariya Baglar, Kayapinar, Yenişehir, Bismil û Erxeniyê, bi tevahî 722 karker ji karên xwe hatine derxistin. Ev mîqtar gelekî di ser wesatîya tevahiya Tirkiyê re ye. Ev yek jî nîşan dide, wek di îcraatên Rewşa Awarte de jî meriv dibîne, li Amedê ku wek navendeke siyasî ya Kurdistanê ye gelekî zêde ye. Çawa ku li Kurdistana Bakur îradeya gel hat binpêkirin û sîstema Qeyûman zêde hat bikaranîn, li vir jî heman tişt hatiye kirin.

    ‘EV TIŞTÊ HATIYE KIRIN NÎŞAN DIDE HUKÛMETA AKPê Û ŞIRÎKÊ WÊ MHP KESÊN NE JI XWE, WEK SÛCDAREKE MUHTEMEL Û DIJMIN DIBÎNE'

    Ev tiştê hatiye kirin nîşan dide hukûmeta AKPê û şirîkê wê MHP kesên ne ji xwe, wek sûcdareke muhtemel û dijmin dibîne. Ev koalîsyon bêyî ku rîayetî huqûqa heyî bike, mafê însanan û keda wan binpê dike û bi vê kirina xwe jî bizrê kîn û nefretê direşîne, pêşerojê reş dike û difetisîne.

    Em nûnerên partî û rêxistinên şaxên Diyarbekirê yên îmzeyên me li jêr e li dijî vê bêqanûnîyî û bêhuqûqiyê dertên û vê yekê wek wacibekî tekoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê dibînin. Em hemû kirinên bi vî rengî yên neheq û neqanûnî protesto dikin. Divê hemû karker û karmendên neheqî li wan bûye vegerin ser karên xwe. Ji bo ku hemû karmend û karkerên ji kar hatine derxistin vegerin ser karên xwe.
    Em piştgiriyê didin tekoşîna hemû karker û karmendan û sendîkayên wan."

    PIŞTÎ DAXUYANIYÊ SERDANA KARKERAN HATE KIRIN

    Piştî daxuyaniyê, şandeyeke ji 5 partiyên Kurdistanî pêkhatî, çûn serdana karkerên ku li ber Şaredariya Rezanê çalakî pêk dianîn.

    Li ber deriyê şaredariyê li ser navê 5 partî û rêxistinan; bi Kurmancî Hanifi Turan û bi Dimilkî Sıtkı Zilan axaftin kirin.

    Herdu axaftvanan jî behsa keda karkeran û mafên xebetê kirin û helwesta dewletê û şaredariyan protesto kirin. Ji karkeran xwestin ku çalakiyên xwe bi awayekî aştiyane û demokratik pêk bînin.

    Di berdewamiya axaftina xwe de axaftvan, piştgiriya xwe dubare kir û hêviya serkeftinê xwest. Di serdanê de hin karker tevî zarokên xwe yên yek salî û du salî jî beşdar bûbûn.

    Serdana partiyan bi serkeftî bi dawî hat.

    Bi heman mijarî:

    ‘Kurdistanî ji bo mûçeyan dest ji serxwebûnê bernadin'
    Seroke PYDê: Bila hemû kurdistanî li dijî êrîşên dewleta tirk derkevin
    Dibe Hevpeymaniya Kurdistanî Rûsyayê jî tev li pêvajoya çareseriya nakokiyan bikin
    Li Iraqê projeyasaya budceyê bêyî aliyên kurdistanî hat qebûlkirin
    5 partiyên kurd Bereya Kurdistanî ava kirin
    Ebadî sibe bi partiyên Kurdistanî re dicive
    Etîketan:
    Karker, Piştgirî, Daxuyanî, OSP, Azadî, PDK-BAKUR, PSK, PAK, Vedat Dede, Sait Aydogmuş, Tirkiye, Kurdistan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de