01:05 26 Nîsan 2018
    PKK-Qendil

    Karasu: Eger PKK bê tesfiyekirin wê ti hêz nekare li peşiya Tirkiyeyê bisekine

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Endamê Konseya Rêveber a KCKê Karasu diyar kir ku Tirkiye êrişê xwe yên li Herêma Kurdistanê belavtir bike û ji bo vê yekê jî baregehên leşkerî yên nû ava dike. Eger PKK bê tasfiyekirin, wê ti hêz li pêşiya Tirkiyeyê nebe asteng ku destketiyên kurdan ji holê rakin.

    Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mustafa Karasu ji rojnamayea Yeni Ozgur Polîtîkayê re axivî û derbarê operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de diyar kir ku Tirkiye dixwaze li herêmê operasyonên xwe berfirehtir bike.

    ‘ŞERÊ SALA 2018AN DIBE LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BELAV BIBE'

    Karasu di gotara xwe de diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê di dema dawî de ji bo sînor derbas bikin êrişî qadên endamên PKKê dike û derbasî nava Başûrê Kurdistanê û Iraqê dibe û got, "Xuya ye dewleta tirk wê şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bike. Ji xwe 15-20 baregehên wan ên leşkerî li Başûrê Kurdistanê hene. Bi êrîş û hewldanên xwe yên dagirkeriyê re dixwazin hejmara baregehên xwe zêde bike. Ev yek nîşan dide ku şerê sala 2018an wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê belav bibe."

    BEŞEKE MEZIN A BAŞÛRÊ KURDISTANÊ LI SIVÎLAN HATIYE QEDEXEKIRIN

    Mustafa Karasu diyar kir ku beriya niha balafirên şer ên Tirkiyeyê bombe li geliyê Balayanê barandin û di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û piştî vê êrîşê, leşkerên tirk vê carê êrîş birin ser Çiyayê Lêlkan ê li Deşta Hertê û got, "Ev herêm ew cihe ku gundî biharê diçin zozanan û pincar kom dikin e. Dewleta tirk a ku beşeke mezin a Bakurê Kurdistanê li gundiyan qedexe kiriye, niha jî heman kiryarên xwe li Başûrê Kurdistanê dike."

    BAREGEHÊN NÛ TÊNE AMADEKIRIN JI BO ÊRÎŞÊ

    Karasû destnîşan kir ku di êrîşa dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de dixwaze van hêzên siyasî ji bo dorpêçkirina Tevgera Azadiyê ya kurd bi kar bînin û bi vî rengî konseptê bimeşîne, "Dewleta tirk dema dawî ji bo destekê ji êrîşên xwe yên li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd werbigire, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe yên bi hêzên siyasî re zêde kiriye. Agahî tên ku artêşa tirk li hin cihan amadekariya êrîşê kiriye û cihên ku bi vê armancê bikin baregeh, amade kiriye."

    ‘ÊRÎŞ NE TENÊ LI DIJÎ PKKÊ TÊ KIRIN, LI DIJÎ HEMÛ DESTKETIYÊN KURDAN TÊ KIRIN'

    Karase destnîşan kir ku Tirkiye dibêje şaşiya me li Bakurê Iraqê kir em ê li Bakurê Sûriyeyê nekin û helwesta Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) ku di dema referandûma Başûr û krîza Kerkûkê de nîşan da bi bîr xist û got: "Ev zelal bûye êrîşên desthilatdariya Tirkiyeyê li dijî destketiyên kurdan e, li dijî hemû kurdan e. Yên ku vê nebînin, wê xwe bixapînin. Eger PKK bê tasfiyekirin, wê ti hêz li pêşiya wan nebe asteng ku destketiyên kurdan ji holê rakin. Yên ku vê fêhm nakin di naxa xefletê de ne."

    Bi heman mijarî:

    Li Amediyê di navbera PKK û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    Fermandarê Heşdî Şeibî: PKK ji Şingalê vekişiya me hêzên xwe bicih kir
    PKK: Ti operasyonan dest pê nekiriye lê eger dest pê bike, em ê bi tundî bersivê bidin
    Etîketan:
    tirk, şer, PKK, Rojnameya Yeni Ozgur Politikayê, Mustafa Karasu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de