00:47 21 Nîsan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan Mûxtaran dişîne Spanyayê, qefîleya ewil sibê diçe

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo çandên cûrbicûr nasbikin mûxtaran dişîne der welêt. Li ser talîmata Erdogan Wezareta Karê Navxweyî dest bi xebatan kir. Ji 5 bajaran 50 mûxtar wê sibê biçin herema Endulusa Spanyayê.

    Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan
    Serokomariya Tirkiyeyê / Yasin Bulbul
    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axaftina 11ê Rêbendanê ya bi mûxtaran re bilêvkiribû ku divê mûxtarên me çandên cûrbicûr nas bikin û derfet hebe divê Qesra Elhamra ya Endulusê ya li Spanyayê ziyaret bikin. Erdogan daxuyandi bû ku me destura plankirinê da wezîrê karê navxweyî û wek kom kom mûxtarên me wê derkevin geşta welatên biyanî.

    Herwiha Bolu, Çanakkale, Erzincan, Stenbol û Trabzon di nav de ji 5 bajarên Tirkiyeyê 50 mûxtar sibê wê ji Balafirgeha Ataturk ya Stenbolê biçin Endulusê. Mesrefên mûxtaran ji aliyê wezareta karê navxweyî ve wê bê dayin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Ji 5 dengdêrên MHPê yek dengên xwe nadin Erdogan, tifaq ji %50 derbas nake'
    ‘Erdogan wê gelek kesan biguherîne'
    Erdogan ji Macronî re: Aqilê xwe ji xwe re veşêre
    Peskov: Pûtîn û Erdogan behsa sewqiyata berhemên çandiniyê kir
    Etîketan:
    Endulus, Geşt, Mûxtar, Spanya, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de