01:09 24 Gulan 2018
    Binçavkirin-desteserkirin

    'Di 1502 operasyonên di hefteyekî de, 4610 kes hatin desteserkirin'

    © REUTERS / Suzanne Plunkett
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê eşkere kir ku di hundirê hefteyekî de 1502 operasyon hatine lidarzistin û 4610 kes jî hatine desteserkirin. Li gor daneyên wezaretê derbarê 337 hesabên medyaya civakî muamele hatine kirin, 167 organîzatorên koçberan jî hatine binçavkirin.

    Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê raporta di navbera 2-9ê Nîsanê ya hefteyekî eşkere kir. Li gor raportê ji aliyê hemû hêzên ewlehiya Tirkiyeyê ve di hundirê hefteyekî de 1502 operasyon hatine lidarxistin. Di van operasyonan de herî kêm 4610 kes bi hincetên cûrbicûr ji aliyê pêywirdarên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.

    Di hurgiliyên daneyê de hat xuyakirin ku di têkoşîna dijî tiryak û qaçaxçîtiyê de 2683 oprasyon hatine lidarxistin û 3601 kes jî hatine desteserkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Karê navxweyî di oprasyonên dijî bêrêtiya koçberan de 360 kes li deryayê bi tevahî 13 hezar û 502 kes û 167 organîzator hatine binçavkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyon: 25 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Qeymeqamê Mahsert û Kerboranê hatin binçavkirin
    Cendermeyan bi ser mala Ocalan de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
    9 efserên artêşa Tirkiyeyê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Qaçaxçî, Koçber, Desteserkirin, operasyon, Binçavkirin, Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkiyeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de