02:39 28 Gulan 2018
Hilbijartin - Pisûleya dengan

‘Ji 5 dengdêrên MHPê yek dengên xwe nadin Erdogan, tifaq ji %50 derbas nake'

© AFP 2018 /
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Li gor lêkolîna derbarê hilbijartinên sala 2019an ya serokomariyê ya şîrketa Analitik a Enqereyê, ji 5 dengdêrên MHPê yek dibêje ez dengê xwe nadim Erdogan. Herwiha rêjeya tifaqa AKP-MHPê jî ji %50 derbas nake.

Recep Tayyip Erdogan
© AP Photo / Burhan Ozbilici
Şîrketa lêkolînê ya Analitik ya Enqereyê derbarê hilbijartinên sala 2019an anketek lidarxist û encamên wê bi raya giştî re parve kir. Li gor nûçeya T24ê lêkolîn di navbera 14-24ê Adarê de li 26 bajaran hatiye lidarxistin. Anketa ku bi 1619 kesan re hat kirin de encamên balkêş derxistin holê. Di anketê de hat eşkerekirin ku ji her 5 dengdêrên MHPê yek, naxwaze dengê xwe bide Erdogan.

Herwiha rêjeya kesên ku bilêv dikin ezê dengê xwe bidim Recep Tayyip Erdogan ji %46.4 e. Abdullah Gul % 15.12, Kemal Kiliçdaroglu 12.70 ye.

Ya partiyan jî wiha ye; tifaqa AKP-MHP-BBP %46, CHP %16, Yên bê biryar %13, Partiya IYI-SP-DP %11 ye.

Bi heman mijarî:

Parlamenterê almanî ji bo Erdogan û Demirtaş anket çêdike
Li gorî Gezici Anket kîjan partî çiqas dengan hildide?
Gezici Anket: ‘AKP têk diçe'
Etîketan:
AKP-MHP, Rêje, Hilbijartin, CHP, T24, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de