06:10 20 Nîsan 2018
    Qurbaniyên wezayîtên zirxî

    Li Silopiyê wesaîda zirxî li zarokê qelibî

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçey Silopî ya Şirnexê wesaîda zirxî ya leşkerî li zarokekî û dayîka wî qelibî. Zarokê 4 salî nigê wî hat jêkirin.

    Li taxa Yenîşehîr ya Silopiyê jina bi navê Nesrin Kiliç û kurê wê yê 4 salî man di bin wesaîda zirxî ya leşkerîyê. Nesîn Kiliç bi sivikî birîndar bû lê lawikê wê giran birîndar bû. Suavî li nexweşxaneya Şirnexê hildan ameliyatê û di encama ameliyatê de nigê wî yê çepê hat jêkirin.

    Hemwelatiyên ku bûn şihadê bûyerê gotin ku: Wesaîd gelek bi lez dihat û piştî ku li zarok û diya wî qelibî polîsê ajokar ji wesaîdê peya bû reviya çû. Malbata Suavî giliyê polîsê ajokar kirin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta parastinê ya Rûsyayê wesaîda nû ya zirxî da nasandin
    Li Amedê dijî wesayîta zirxî êriş
    Li Geverê li dijî wesayîta zirxî çalakî: Kuştî û birîndar hene
    Li dijî wesayîta zirxî çalakî
    Li Nisêbînê li dijî wesayîta zirxî çalakî: Yek kuştî û 2 birîndar
    Etîketan:
    wesaîta zirxî, silopî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de