01:08 21 Nîsan 2018
    Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu

    Huda-Par: Li Tirkiyê baweriya milet bi edaletê nemaye

    © Foto: Twitter
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Partiya Huda-Parê Zekeriya Yapıcıoglu anî ziman ku “li Tirkiyê baweriya mirovan bi edaletê nemaye û dadgeh terefgiriyê dikin.”

    Serokê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu li bajarê Kayseriyê beşdarê Kongreya 1emîn ya partiya xwe bû. Yapıcıoglu di kongreyê de li ser rojevê axivî û got: Em dibînin ku baweriya gel bi edaletê nemaye, di 12 salên dawî de kesên ku ketin girtîgehan 4 qat zêde bûn. Ez wek hiqûqnasekî dibêjim ku dadgeh bêalî tevnagerin, lazim e tu car aliyên dadgehan yên siyasî tune bin.

    Yapıcıoglu di dewamiya axaftina xwe de rewşa awarte ya li Tirkiyê jî rexne kir. Yapicioglu "Tirkiye hê jî bi qanûnên rewşa awarte tê îdarekirin. Dema rewşa awarte zûde qediyaye. Mirov ji bo wek însan bijî lazim e qanûn hebin."

    Bi heman mijarî:

    Huda-Par: Parlementerên HDPê nehatibana girtin, 'na' dê bêtir biketa
    Huda-Par: Dibe ku em di referandûmê de bibêjin erê lê endîşeyên me hene
    HUDA-PAR: Bila Tirkiye lêborînê ji gelê kurd û Kurdistanê bixwaze
    HUDA-PAR: Bila dewletên herêmê rêzê ji biryara kurdan re bigirin
    Etîketan:
    Edalet, huda-par, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de