22:23 19 Nîsan 2018
    Emmanuel Macron û Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan ji Macronî re: Aqilê xwe ji xwe re veşêre

    © AFP 2018 / Eric FEFERBERG
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di kongreya asayî ya 6emîn a partiya xwe ya li Sêrtê de axift û got, "wî aqilê xwe ji xwe re veşêre". Erdoganî got, ew kesên derdikevin pêşberîme û bi zimanê terorîstan diaxivin, ez ji wan re dibêjim 'bi cehnema we kirî".

    Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elyseeê heyeteke Rojava ku fermandarên YPGê jî di nav de bû û piştî wê li Tirkiyeyê pêşniyar kiribû ku navbeynkariyê di navbera Tirkiye û HSDê de bike.
    Erdogan xîtabî Macronî kir û got, "hewl dide şîretan li min bike. Wî aqilê xwe ji xwe re veşêre. Madem tu li himberî wê yî, nexwe tu yê li gelme bî. Welatên rojavayî ji astengkirina operasyonên Tirkiyeyê 40 teqleyê diabêjin."

    Herwiha Erdogan Tunelên YPGê li Efrînê bi kolandibûn bi bîr anîn û îdîa kir ku çimentoya wan wan tunelan ji tesîsa çimentoyê ya bi navê Lafargeê distînin.

    "BI CEHNEMA WE KIRÎ"

    Herwiha Erdogan derbarê Xûtaya Rojhilatî de jî axift û got, Dîsa zarok li Xûtaya Rojhilatî şehîd kirin. Hîn hinek hene ku rejîma Sûriyeyê diparêzin. Bi awayekî bêrehm, em li himberî vê drûtiyê serî hilidin. Hey welatên rojavayê, hûn ê kengî bizÎvirin û li van kesên li Xûtaya Rojhilatî tên şehîdkirin binerin û em ê jî we re bibêjin, hûn bi edalet tevdigerin. Em dibêjin, xwelî lê be. Xwelî li têgihiştina we ya dîplomasiyê, mafên mirovan û demokrasiyê be. Êdî mafê ti welatekî ji van nemaye ku gazincan ji kiryarên terorê bikin. Kesên bi zimanê terorîstan diaxivin, em ji wan re dibêjin 'bi cehnema we kirî."

    Bi heman mijarî:

    Serokwezîrê tirk: Amerîka û Fransa li Sûriyeyê cih bi hev diguherin
    HSD: Haya me ji plana vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê tune ye
    Senatorê amerîkî: Amerîka nikare demeke nêz ji Sûriyeyê vekişe
    Bi 6 xalan plana Amerîkayê ya dabeşkirina Sûriyeyê hat weşandin
    'Penatgonê pêşniyarî Trumpî kir ku hêzên xwe li Sûriyeyê zêde bike'
    Etîketan:
    Recep Tayyip Erdogan, Emmaunel Macron, Xûtaya Rojhilatî, Rojava, Fransa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de