02:40 28 Gulan 2018
Cemil Bayik

Bayik: Em ê bihar û havînê berxwedaneke mezin li dijî Tirkiyeyê bidin

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê KCK Cemil Bayik ragihand ku ew ne li dijî her rêketinekê ne di nav kurdan û Hikûmeta Sûriyê de û got: "Baştirîn kar ji bo Hikûmeta Sûriyê ew e ku li gel kurdan lihev bike û Sûryake nû ava bikin ku azadiya kurdan qebûl bike, ji ber ku kurd li gel yekîtiya Sûryê ne û naxwazin ew welat parçe bibe.

Herwiha Bayik diyar kir, ku pêwîst e Hikûmeta Sûriyê li gel kurdan kar ji bo rizgarkirina Efrîn, Cerablûs, El Bab û Idlibê bike û Tirkiyeyê ji nav axa Sûriyeyê derxîne.

Hevserokê KCK Cemil Bayik ragihand ku di bihar û havîna îsal de, ewê planên AKPê û MHPê bidawî bînin û ew aliyên kar li ser jinavbirina kurdan dikin, ewê bixwe bên jinavbirin.

Bayik ji medya nêzîkî PKKê re axivî û destnîşan kir ku di vê bihar û havînê de, ewê berxwedana li dijî AKP û MHPê li hemû Rojhilata Navîn bihêz bikin û gerîlayên PKKê wê li her cihekî dest bi berxwedanên mezin bikin.

Bi heman mijarî:

Iraq: PKK vekişiyaye û ji ber vê yekê em nahêlin Tirkiye operasyonê bike
PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
Li Amediyê di navbera PKK û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî
Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
Etîketan:
berxwedan, PKK, Cemil Bayik
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de