14:33 20 Gulan 2018
    Recep Tayip Erdogan

    Erdogan: Çawa li Almanyayê êrişa terorî pêk hat dê li Fransayê jî pêk were

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan rexne li Serokomarê Fransayê Emmanuel Mcron girt û ragihand ku Fransa piştgiriya terorîzmê dike û terorîstan li Qesra Elysee diezimînî. Hûn dibînin li Almanyayê terorîstan çi kir. Dê li Fransayê jî çêbibe.

    Serokomarê Fransayê Macron hefteya borî şandeyeke ji Rojava li Qesra Elysee ezimandibû û pişt re jî pêşniyara navbeynkariyê di navbera Enqereyê û HSDê kirinbû, eşkere kiribû ku Fransa dê hêz bişîne Minbicê. Ev yek ji aliyê Tirkiyeyê ve rastî bersivên tund hatibû.

    Erdogan li ser vê mijarê axivî û got: "Li Efrînê tunelan çêkirin, nexweşxane li bin erde ava kirin. Şirketeke navdar a frensî heye ku çîmento hildiberîne. Wan tunelan bi çîmentoyên ku ji wê şirkete kirîn ava kirin. Piştre jî aqil didin Fransayê. Fransa piştgiriya terorîzmê dike û terorîstan li Qesra Elysee diezimînî. Hûn ji vê terorîzmê dê xilas nebin. Hûn dibînin li Almanyayê terorîstan çi kir. Dê li Fransayê jî çêbibe. Heta welatên Rojava piştgiriya terorîstan bikin, dê div ê halî de bin."

    Bi heman mijarî:

    Peskov: Pûtîn û Erdogan behsa sewqiyata berhemên çandiniyê kir
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    Wekîlê rûsî: Divê Theresa May Erdogan mînak bigire û lêborînê ji Rûsyayê bixwaze
    Pûtîn, Rûhan, Erdogan: Em pabendî yêkrêziya xaka Sûriyê ne
    Etîketan:
    terorîzm, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de