06:19 21 Gulan 2018
    Şanogerên lîstika 'Rehm hat Latmosê'

    Şaredariya AKPê lîstika şanoyê ya bi mijara xweza û dirokê ‘xetere' dît

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Şaredariya AKPê ya Selçuka İzmîrê lîstika şanoyê ya bi navê "Rehm hat Latmosê" ku behsa hezkirina dîrok û xwezayê dike bi îdiaya "lîstik xetere ye" astengkir û ji bo lîstikê cih neda şanogeran.

    Şaredariya AKPê ya Selçuka İzmirê lîstika şanoyê ya bi navê "Rehm hat Latmosê" bi hinceta "lîstik xetere ye" astengkir û ji bo lîstikê cih neda şanogeran. Lîstika ku şanoger Husnu Ertung derhêneriya wê dike û naveroka wê hezkirina xweza û dîrokê nîşan dide ji bo dilsoziya şûnwarnasê alman Analize Peşlov ku temenê xwe ji bo parastina Bajarê Antîk a Latmosê, ku Çiyayê Beşparmak a Aydinê derbas kiriye, hatiye nivîsandin. Lîstik di 13ê Avrêlê de li salona Miduriyeta Çandê ya Şaredariya Selçukê dê derketa pêşberî şanohezan. Şaredariyê bi hinceta ‘lîstik xetere ye' salon betal kir û destûr neda şanogeran.

    zarok-lîstik
    Rossotrudniçestva Sözcüsü Mariya Fadeyeva
    ‘ŞAREDARIYÊ CIH NEDA LÎSTIKA ME YA BI MIJARA DÎROK Û XWEZAYÊ'

    Lîstikvanê şanoyê Beritan Erdal Ayna têkildarî mijarê de ji Ajansa Sputnik Kurdistan re axivî. Ayna got, "Ya ecêb ew e ku navçeya Selçukê cihekî ku qadên wê yên dîrokî heye û şaredariyê şanoya bi mijara dîrok û xwezayê asteng dike. Mamoste Husnu û Aydiniyan komiteyek ava kir û xwestin ku vê lîstikê li Berlinê li pêş Analize Peşlov bilîzin. Yên di nava vê komiteyê de cih digirin hemû xwedî fikr û ramanên cuda ne. Herwisa tu kesî tu ‘xetere' nedît. Hemû kesan fikrên xwe li aliyekî danîn û ji bo vê dilsoziyê dixebitin. Ya ku divê Selçukiyan bikirana, em amedî û enqereyî dikin. Em li bende bûn ku piştgiriyê bidin me lê lîstik ‘xeter' dîtin û destûrê nadinê."

    ‘XWEDÎDERKETINA XWEZA Û DÎROKA XWE ÇAWA XETERE YE?'

    Ayna wiha berdewam kir: "Xwedîderketina xweza û dîroka xwe çawa xetere ye? Ev lîstik ne ya fraksiyoneke sîyasî ye, xweza û dirokê mijar digire û dibêje ‘ji qirkirin û talankirina xwezayê re êdi bes e!' Lîstik qîr dike ku ajal birçî ne, daristan dişewitin û dîrok jêder e. Ka bêjin çawa dibe ku ev lîstik xeter dibe? Şaredariya Selçukê bi vê biryarê mala xwe şewitand û li ba yên ku dîrokê qetil dikin cih girt. Heger pêwist bibe em ê lîstika xwe li kolanê bilîzin. Xetere çi ye? Li Tirkiyeyê ji kengî ve şano xetere hatiye dîtin?"

    Etîketan:
    xetere, Şaredariya AKPê ya Selçuka İzmirê, lîstikvanê şanoyê, Beritan Erdal Ayna, İzmir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de