07:53 24 Nîsan 2018
    Ahmet Turk

    Ahmet Turk: Li kuderê dinyayê kesekê kurd hebe dixwazin deng lê bibirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Hevşaredarê Mêrdînê yê ku ji aliyê dewletê ve ji wezîfê hat dûrxistin Ahmet Turk rexneyan li hikûmetê kir. “Li kuderê dinyayê kurdek hebe dizwazin wî bêdeng bikin.”

    Ahmet Turk li Stenbolê di panela ku bi navê ‘Pirsgirêka Kurd û Politîka Tecrîdê' de axivî. Turk di axaftina xwe de destnîşan kir ku "ev hikûmeta li kuderê dinyayê kurdekî hebe li dixebite ku deng lê bibire. Mesela li operasyona Efrînê binhêrin, ev operasyon bi awayekê eşkere polîtîkaya wan ya li hember kurdan dide nîşan." Turk got ku: Daxwaziyên kurdan yên maf û azadiyê her zêde dibe polîtikaya wan ya li hember kurdan ewqas hişktir dibe.

    ‘PÊVAJOYA NIHA JI YA 12Ê ÎLONÊ XERABTIR E'
    Ahmet Turk di dewamiya axaftina xwe de rewşa berê û ya niha muqayese kir û wiha got: Ez di 12ê Îlonê de di girtîgeha Amedê de mam. Mirov nikarê bîne ziman ku wê demê zordariyeke çawa hebû, lê ez dikarim bibêjim ku rewşa anha ji ya wê çaxê xerabtir e. Turk got ku "hûn bawer bikin ku dozgerên wê çaxê ji yên niha adiltir biryaran didan."

    ‘DERBEYÊN LEŞKERÎ HERTIM EWIL LI KURDAN DIXE'

    Ahmet Turk di dewamiya axaftina xwe de da zanîn ku: Li Tirkiyê derbeyên leşkerî hertim ewil li kurdan dixe, dema ku pilana darbeyan tê amadekirin di destpêkê de yên mexdûr dibin kurd in. Di 12ê Îlonê de kurd kirin hedef, îro jî dîsa di hedefa wan de kurd hene, siyaseta wan hertim li ser kurdan dimeşe. Turk destnîşan kir ku tu kesî bi zorê û zulmê tiştekî bi dest nexistiye wê dîsa jî bi dest nexin. Ji bo vê lazim e di demeke nêz de dîsa pêvajoyek ji bo aşitiyê dest pê bike.

    Bi heman mijarî:

    Ahmet Turk: Divê yekî ciwan û dînamîk bibe hevserokê partiyê
    Ji bo serokomariya Tirkiyeyê navê Ahmet Turk jî derket pêş
    Ahmet Turk: Referandûma li Kerkûkê şaş bû
    Ahmet Turk: Cihê Mam Celal di dîroka Kurdistanê de gelek cuda ye
    Etîketan:
    Şer, efrîn, Ahmet Turk, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de