22:17 19 Nîsan 2018
    keştî

    Li kendava Stenbolê keştiyeke mezin li avahiyên ber kendavê qelibî

    © REUTERS / Igor Russak
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li kendava Stenbolê keştiyeke ticarî ji ber ku dumena wê asê maye ji kontrolê derketiye û li avahiyên dora kendavê qelibiye.

    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin keştiyeke bi dirêjahiya xwe 225 mêtro ji kontrolê derketiye û li avahiya dîrokî qelibiye. Keştiya bi navê VITASPIRIT li avahiya dîrokî ya bi navê Hekimbaşi Salih Efendi qelibiye. Avahiya ku keştî lê qelibiye hilweşiyaye. Ji bo vekişandina keştiyê kendav ji çûyîn û hatinê re hatiye girtin. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin keştî aîdê şîrketeke yunanî ye û ji Misirê ber bi Ukraynayê ve diçû.

     

    Bi heman mijarî:

    Keştî noqî avê bû 90 kes mirin
    NY: Li Deryaya Spî keştî binav bû 250 kes mirin
    Li Endonezyayê keştî şewitî: 23 mirî
    Di peravên Yûnanîstanê de keştî nokav bû:4 penaber xeniqîn
    Etîketan:
    Qeza, keştî, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de