04:15 20 Nîsan 2018
    Koçber

    Tirkiye îro û sibê dê 600 koçberî dersînor bike

    © REUTERS / Laszlo Balogh
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 591 koçberên afganî ku li Navenda Paşveşandin a Aşkaleyê têne rawestin dê îro û sibê werin dersînorkirin.

    Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, 591 koçberên afganî ku niha li Navenda Paşveşandin a Aşkaleya Erziromê têne girtin bi firînên charter ên balafirê dê werin dersînorkirin.

    Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Ji ber çalekiyên terorî û pirsgirêkên ekonomîk afganiyên ku piraniya wan ji ciwana pêk tê û koç dikin bi ser rêya Îranê derbasî Tirkiyeyê dibin û ji wir jî ber bi Ewropayê ve diçin. Koçberên ku bi rêyên derqanûnî dikevin nava sînorê me tên girtin û ji bo werin dersînorkirin teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçberiyê dikin."

    Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku di demên dawî de hejmara koçberên ku bi rêyên derqanûnî derbasî sînorê me dibin zêde bûye. Di vê çarçoveyê de 591 koçberên afganî ku li Navenda Paşveşandin a Aşkaleya Erziromê ji bo dersînorkirinê hatine rawestandin di navbera 7-8ê Nîsanê de bi firînên charter ên balafirê bo Kabîlê dê werin şandin."

    Bi heman mijarî:

    Ji ber topbarana artêşa tirk 120 malbatên kurd koçber bûn
    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
    ’Di 24 saetan de 30 hezar Efrînî koçber bûn, gelek jî vegeriyan gundên xwe’
    16 koçber mirî hatin dîtin
    Ji ber nebûna cih 500 koçber şandin girtîgehê
    Etîketan:
    Koçberên afgan têne dersînorkirin, Afganistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de