04:54 21 Nîsan 2018
    Dawet

    Zava roja dawetê hate desteserkirin

    © Foto
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Li bajarê Amedê dawet bê zava hatkirin lewra zava roja dawetê bi hinceta ku li Erdogan heqaretê kiriye hat desteserkirin.

    Du roj beriyê li Amedê daweta Sara Başak û Rohat Akboga bû. Akboga hetanî roja daweta xwe bi kelecanî tevdîra xwe didît. 5ê mehê roja daweta Sara û Rohat bû. Dema ku bûk û zava bi wesaîdê ber bi salona dawetê ve diçûn polîsan pêşiya wesaîdê girt û bi hinceta ku di 2012an de li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hekaretê kiriye Rohat hat desteserkirin.

    Li ser vê bûyerê malbata Rohat biryar da ku wek bertek bê zava be jî dawetê bikin. Bûk Sara Başak jî anî ziman ku " bi taybetî di vê roja me ya bextewar de vê bûyerê anîn serê me, em xemgîn kirin. Rohat jî xwest ku ev dawet di nivî de nemîne û me jî wek bertek bê zava be jî daweta xwe kir.

    Bi heman mijarî:

    AKPê Huda-Par dawet kir lê HDP dawet nekir
    Serokê Koreya Bakur Kim, dawet û merasîmên cenazeyan qedexe kirin
    Etîketan:
    zava, dawet, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de