17:40 22 Nîsan 2018
    Devera Kanî Masê li Herêma Kurdistanê û Çiyayên sînorê Tirkiyeyê

    Balafirên şer ên Tirkiyeyê dîsa herêma Biradost bombebaran kirin

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê îro dîsa li herêma Biradost çiyayên Robya, Pungistan, Pîr Brihamîm, Kwerte û Robiyê bombebaran kirin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên Hêza Hewayî yên Tirkiyeyê îro dîsa li herêma Biradost a Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê çiyayên Robya, Pungistan, Pîr Brihamîm, Kwerte û Robiyê bombebaran kirin. Nayê zanîn gelo di encama bombebaranê de ziyanî canî û aborî çêbûye an na.

    Hêjayî gotinê ye ku balafirên Tirkiyeyê di van demên dawî de li hemberî Herêma Kurdistanê gelek êrişên hewayî bi kar tîne û di encama êrişan de hem welatiyên sivîl têne kuştin û birîndar dibin û hem jî ziyanê aborî çêdibe.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên şer ên tirk devera Sîdekanê topbaran dike: Gund hatin valakirin
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Balafirên şer ê Tirkiyeyê dîsa herêma Sîdekan bombebaran kirin
    Balafirên şer ên Tirkiyê navçe û navenda Efrînê bombardiman kirin
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Bilbilê bombebaran dikin
    Etîketan:
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê herêma Biradost bombebaran kir, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de