02:25 20 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    Kiliçdaroglu: Welehî û bilehî we dixapînin

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di mitînga bi navê ‘Şekir welat e, welat nayê firotin' a partiya xwe de li Çorumê axivî. Kiliçdaroglu got: "Welehî û bilehî we dixapînin."

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di mitînga bi navê ‘Şekir welat e, welat nayê firotin' a partiya xwe de li Çorumê bangî Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir û got: "Em ê nehêlin tu febrîqeyên şekir bifroşe."

    Kemal Kiliçdaroglu di axaftina xwe de got. "Ev miting ne mitînga partiyekê ye. Mitînga komar, welat û mitînga şekir e. Ev mitînga xwedî liderketina ked û febrîqeyên şekir e. Lewma em dibêjin ‘Şekir welat e û welat nayê firotin'. Em ê nehêlin ev febrîqe werin firotin."

    ‘EV FEBRÎQE ZIRARÊ NAKIN'

    Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bi peyvên netewperestî nabe, bi xebat û pratîkê dibe. Febrîqeyên şekir bi firotina hêk û mirîşk û bi bexşên erdî hatine avakirin. Ji Ataturk dest pê dike hetanî Înonu, Menderes, Erbakan, Ozal û Demirel dewam dike. Hetanî îro hemû serokwezîran febrîqeyên şekir ava kirin. Li vî welatî tenê serokwezîrek heye ku febrîqeyên şekir ava nekiriye, jixwe her kes wî dinase."

    Serokê CHPê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dibêjin ji bo ku ev febrîqe zirarê dikin em difroşin. Ma hûn bawer dikin? Xelkê Çorumê tiştê ku hûn jê bawer dikin ez jî bawer dikim. Welehî bilehî we dixapînin. Ev febrîqe zirarê nakin."

    Bi heman mijarî:

    Ji Kiliçdaroglu bo namzediya Abdullah Gul: Di dema serokomariyê de kesekî bêteref bû
    Kiliçdaroglu rêjeya dengên tifaqa cûmhûr eşkere kir
    Kiliçdaroglu: Ewlehiya can û malê ti kesî nemaye
    Kiliçdaroglu: Yên ku dibêjin em ê herin Efrînê zarokên xwe naşînin leşkeriyê
    Ji Kiliçdaroglu bo Erdogan: Rojbaş Recep beg rojbaş
    Etîketan:
    Firotina febrîqeyên şekir, CHP, Kemal Kiliçdaroglu, Çorum, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de