03:12 23 Nîsan 2018
    Gundiyên ku elektrîka wan hatiye qutkirin

    ‘Gotin ‘em ê we bikin gundeki nimûne' lê em bê elektrîk û bê av hiştin'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 0 0

    Li gundê Darbî û Kutlu yên girêdayî navçeya Rezan a Amedê qutkirina cêran gundîyan mexdur dike. Gundî dibêjin ku DEDAŞê gotîye ‘em ê gundê we bikin gundekî nimûne' û cêrana wan qutkirine. Bi sedema qutkirina cêrana li gund pirsgirêka avê jî destpêkiriye. DEDAŞ jî dibêje ji ber cêrana qeçax cêran qutkirine.

    Li gundê Darbî û Kutlu yên girêdayî navçeya Rezan a Amedê qutkirina cêranê gundîyan mexdur dike. Gundî dibêjin ku Şirketa Belvakariya Ceryanê a Dicleyê (DEDAŞ) projeya bi navê ‘gundê nimûne' daye destpêkirin û xwestine gundê wan di vê projeyê bikin nimûne. Li gorî vê projeyê saetên cêranê dê ji ber malê were derxistin û li trafoya ceryanê bixin. Bi sedema ku ev proje li cihekî di ne ketîye meriyetê û gundî agahdar nekirine gundî vê projeyê qebul nakin. Her wiha gundî dibêjin ku Ji ber ku ev proje qebul nekirine DEDAŞê hefteyeke cêna wan qut kiriye.

    EGER CÊRAN TUNE BE AV JÎ TUNE YE!

    Li gund di heman demê de pirsgirêka avê heye. Gundî ava vaxwerinê bi sondajê derdixin û ji ber ku cêran tune ye di heman demê de bê av jî mane. Gundî aniha ava xwe ji çemê ku di nava gund re derbas dibe û ajalên wan jî jê vedixwin digrin. Ava çem gelek kêm buye û bi vê sedemê ji bo tenduristiyê jî talûkeyek mezine. Gundiyên ku bê cêran mane ji Ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivîn û dixwazin ku pirsgirêka cêran û avê were çareserkirin.

    • Darbî-gund-4
      Darbî-gund-4
      © Sputnik / Sertaç Kayar
    • Darbî-gund-3
      Darbî-gund-3
      © Sputnik / Sertaç Kayar
    • Darbî-gund-2
      Darbî-gund-2
      © Sputnik / Sertaç Kayar
    • Darbî-gund-1
      Darbî-gund-1
      © Sputnik / Sertaç Kayar
    • Darbî-gund-5
      Darbî-gund-5
      © Sputnik / Sertaç Kayar
    1 / 5
    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Darbî-gund-4

    ‘EM HEQÊ CÊRANÊ DIDIN Û DEYNÊ ME TUNE'

    Keyayê gund Salih Karacadag dibêje ku DEDAŞê ew agahdar nekirine û ji berk u cêran tune ye av jî tune ye. Karacadag wiha axivî: "Li gund saetê ceryanê li hemu mala heye û her meh em heqê cêrana xwe didin. Tu deynê me tune ye. Gotin ‘emê gundê we bikin gündeki nimûne' lê ceryana me qutkirin. Ez gelek caran bi rayedaran re axivîm lê mi tu encam ne girt û ev hefteyeke li gund cêran tune ye. Li gund nexweşên diyalizê hene û ji ber cêran tune ye cihazên xwe nikarin bikarbînin."

    ‘BILA PIRSGIRÊKA ME ÇARESER BIKIN'

    Gundiyê bi navê Mustafa Hamsan jî wiha dibêje: "Bi qutkirina cêranê pirsgirêka avê jî destpêkir. Em ava xwe ji çem tînin lê ji ber ku ber bi ziwabunê ve diçe û ajalên me jî li wir avê vedixwin ne paqije. Ev 2 sale ava me ya şebekê tune ye û em bi sondajê derdixin. Em gelek mexdur kirin û em dixwazin ku vê pirsgirêka me çareser bikin."

    ‘BAVÊ MIN NIKARE MEKÎNEYA XWE YA BÛXARÊ BIKAR BÎNE'

    Gundiyê bi navê Sait Yamacu jî dibêje ku bavê wî felç buye û nexweşê astimê ye. Ji berk u cêran tune ye bavê wî nikare cihaza bûxarê bikarbîne. Yamacu got "Ev hefteyeke li gund cêran tune ye. Saetê me yên ceryanê heye û her meh ji me re fature tê û em deynê xwe didin. Tu deynê me tune ye. Cêrana me qutkirine û em mexdur kirin. Gelek nexweşên me hene û cihazên wan yên cêranê naxebitin. Car caran em wan divin gundê nêzi me û em li wir şarj dikin. Bila me mexdur nekin û cêrana me vekin."

    DEDAŞ: JI BER CÊRANA QEÇAX ME QUT KIR

    Têkildarî mijarê de em bi Midurê DEDAŞê Ugur Yaka re axivîn. Yaka wiha parastina xwe dike "Ji bo em pêşi li cêrana qeçax bigrin me projeyek da destpêkirin lê ev gund xebatên me asteng dike. Di encama xebatê me de me tespît kir ku li van gunda cêrana qeçax gelek zêde ye. Ne mimkune em vê qebul bikin. Ji ber wê me proje da destpêkirin û li gorî vê projeyê bi pergala PLC ya ku pêşiya cêrana qeçax digire em saetên ceryanê derdixin dervê malê. Ev gund vê xebata me asteng dikin. Me cêran qut kir lê ne hefeteyeke, 2 roje cêran qutkirîye. Heger ji bo nexweşan serî li me me bidin em dikarin piştgirîya jenerator li wan bikin."

    Bi heman mijarî:

    Niştecihên Sûrê bê av û bê elektrîk in
    Li Îranê ji ber birîna elektrîk û avê xwepêşandan zêde dibin
    Ji ber bombebarana Tirkiyeyê, li gundên Qendîlê elektrîk qut bû
    DAIŞê êrîşî trafoyan kir, elektrîk qût bû
    Gokçek: FETOyî wê Tirkiyeyê hefteyekî bê elektrîk bihêlin
    Etîketan:
    Gundiyên ku elektrîka wan hatiye qutkirin, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de