09:57 20 Nîsan 2018
    Erol Bilecik

    TUSÎAD: Tirkiye di asteke krîtîk de ye

    © Foto : TÜSİAD
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Komela Karsaz û Pîşesazên Tirkiyê (TUSÎAD) Erol Bilecik di derbarê rewşa aboriyê ya Tirkiyê de destnîşan kir ku Tirkiye hatiye asteke krîtîk.

    Serokê TUSÎADê Erol Bilecik di forma Rîskên Aboriyê ya 2018an de axivî. Bilecik got ku "em li ser mezinbûna aboriya Tirkiyê diaxivin lê lazim e ku em li ser rîskên li pêşiya Tirkiyê jî biaxivin, li Tirkiyê em di pêvajoya kêmbûna karkerên biyanî de ne, ev jî rîska kêmbûna pereyên nakît bi xwe re tîne. Divê planên kêmkirina eflasyonê bên amadekirin."

    Erol Bilecik di dewamiya axaftina xwe de wiha got: Di hêla aboriyê de Tirkiye hatiye asteke krîtîk, du rê li pêşa me hene; em ê ya bedbîn bin yan jî hêvîdar bin. Di hêla aboriyê de tê gotin ku Tirkiye mezin dibe, belê lê ya ji vê girîngtir pêşveçûn e. Yê ji me re lazim jê ev e.

    Bi heman mijarî:

    'Dewletên ku piştgiriyê didin milîtanan piştî qeyranê dê di projeyên aborî de cih negirin'
    Rûhanî ji bo kêşeya aborî ya Îranê ji pasdaran daxwazek kir
    Iraq: Divê welatên Erebî li dijî Amerîkayê gavên dîplomatîk û aborî bavêjin
    Erdogan diçe Rûsyayê: Pêşî têkiliyên aborî û bazirganî dê werin axiftin
    Etîketan:
    Pere, aborî, Tusîad, Erol Bilecik, Tirkiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de