04:16 20 Nîsan 2018
    Efrîn operasyon

    ‘Vekirina qada hewayî ya Efrînê asta têkiliya Rûsya-Tirkiyê nîşan dide’

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Rayederekî tirk ji wezareta derve ya Tirkiyeyê ji Spûtnîkê re vekirina qada asmanî ya Efrînê ji aliyê Rûsyayê ve nirxand.

    Rayedarê tirk destnîşan kir ku her çiqas di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser helwesta derbarê YPGê de lihevkirinek çênebûye jî vekirina qada hewayî hevkariya cidî ya navbera herdu welan nîşan dide.

    Wî rayedarê ku navê xwe nexwest bide got, "Derbarê YPGê de li qadê bi me re nêzîkbûneke cidî heye. Vekirina qada hewayî ya Efrînê bixwe diyardeya bê Rûsya bi çi çavî li YPGê dinêre û asta hevkariya Tirkiye-Rûsyayê nîşan dide."

    'NÎŞANEYA DIDUYAN JÎ NEBÛNA PYDÊ LI SOÇIYÊ BÛ'

    Rayedarê tirk herwiha Kongreya Soçiyê jî bi bîr xist û bal kişand ser ku li kongreya bi îdiaya beşdariya hemû pêkhatiye hat lidarxistin, tenê yek PYDyî jî tunebû û ev jî nîşaneya diduyan a hevkariyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Mattis: Em li ser mijara vekişînê bi Kurdan re diaxivin
    Alarma şaş a sîrenê bû sedema panîka şerê bi Rûsyayê re
    Rûsya: Divê bê cudahî hemî pêkhate beşdarî hevdîtinên pêşeroja Sûriyeyê bibin
    ‘Li ser kêlikên gorên PKKyiyan ên rûxandî JOH nivîsandin’
    Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma
    Etîketan:
    efrîn, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de